Dadgeha Hîndistanê pêşî li otonomiya Keşmîrê girt

Dadgeha Bilind a Hindistanê biryara betalkirina otonomiya Keşmîrê erê kir.

Serokwezîrê Hîndistanê Narendra Modî biryara Dadgeha Bilind bi kêfxweşiyek mezin pêşwazî kir.

Bawerî ev e, biryara qada hiqûqê wê aloziya heyî ya li Keşmîrê kûrtir bike.

Dadgeha Bilind a Hindistanê di meseleya Keşmîrê (Jammû û Keşmîr) de da ser riya hukumeta Modî.

Dadgehê navborî biryara hukumetê ya betalkirina otonomiyê erê kir.

Biryarareke din a dadgehê jî di derbarê lidarxistina hilbijartinekê li Keşmîra aloz bû.

Li gorî biryarê, di 30ê îlonê 2024’an de wê tevlî hilbijartinên eyaletan li Keşmîrê jî hilbijartin bên lidarxistin.

Serokwezîrê Hîndistanê Narendra Modî biryara Dadgeha Bilind bi kêfxweşiyek mezin pêşwazî kir.

Baweriya giştî ya li cîhanê ev e, biryara qada hiqûqê wê aloziya heyî ya li Keşmîrê kûrtir bike.

Li Keşmîrê çi pêk hatibû?

Hîndistan di 2019’an de xala 370. otonomiya Keşmîrê betal kiribû.

Bi vê xalê Keşmîr bûbû xwedî parlamento û rêvebiriyeke herêmî.

Bi însîyatîfa hukumeta Modî, Parlamentoya Hîndistanê 6 Tebaxa 2019’an de statuya xweseriyê ya eyaleta Keşmîrê betal kiribû.

Pêşnûmaqanûna betalkirinê bi dengên wekîlên neteweperest ên hîndû (ji % 86’ê wekîlan) hatibû qebûlkirin.

Bi qanûnê, xala 370. a Destûra Bingehîn a Hîndîstanê ku erkên berfireh dabû Keşmîrê, hatibû betalkirin.

Hîndistan di 1949’an de bi riya Destûra Bingehîn otonomiya Keşmîrê nas kiribû.

Keşmîr bûbû xwedî parlamento û rêvebiriyeke herêmî.

Bi otonomiyê, hukumeta herêmî di qadên çandinî, endustrî, hin bacên li herêmî, rêvebiriya girtîgehan, kontrola buhayên berhemên li herêmê tên firotan, hiqûqa sendîka, îflas û zewacê û hiqûqa derbarê meslekan de (pîşe) bûbû xwedî gotin.

Parlamentoya herêmî dikaribû bi riya hevkariya bi hukumeta federal a Hîndistanê re di van qadan de qanûnan çêbikirana.

Kolonyalîzma li Keşmîrê 

Keşmîr piştî avakirina Hîndistan û Pakistanê, di 1949’an de di navbera herdu welatan de bûbû meseleyeke aloz.

Her du welat Keşmîrê di navbera hev de parve kiribûn û bi vî awayî rê li ber serxwebûna welêt girtibûn.

Keşmîr piştî avakirina Hîndistan û Pakistanê, di 1949’an de di navbera herdu welatan de bûbû meseleyeke aloz.

Her du welat Keşmîrê di navbera hev de parve kiribûn û bi vî awayî rê li ber serxwebûna welêt girtibûn.

Parçeyeke loi rojhilat ya welêt jî ji aliyê Çînê ve hatibû dagirkirin.

Ji wê demê heta niha Hîndistan û Pakistan ji bo kontrola Keşmîrê sê caran şer kirin.

Harîteya parvekirina Keşmîrê. /Efsas.org

Paşê, Pakistan destekê dabû rêxistinên îslamî ya herêma di bin kontrola Hîndistanê de.

Ev jî bûbû sebeb şerê navxweyî li herêmê berbelav bibe û Hîndistan polîtîkaya zilma leşkerî-siyasî bimeşîne.

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …