BJP careke din bû partîya yekemîn a Hîndistanê

Encamên hilbijartinên Parlamentoya Federal ên Hîndistanê hatin eşkerekirin.

BJPê 240 kursîyên Parlamentoya Federal bi dest xistin lê tevî vê jî piranîya xwe ya di parlamentoyê de winda kir.

Yek ji hêza sîyasî ku di hilbijartinê de serfirazîyê bi dest xist Tifaqa Hîndistanê (INDIA) ye.

Encamên hilbijartinên Parlamentoya Federal ên Hîndistanê hatin eşkerekirin.

BJP (Bhaharatiya Janata Party) ya serokwezîr Narendra Modi careke din bû partîya yekemîn.

BJPê 240 kursîyên Parlamentoya Federal bi dest xistin lê tevî vê jî piranîya xwe ya di parlamentoyê de winda kir.

Hejmara kursîyên parlamentoya ku wekî Lok Sabha tê binavkirin, 543 ne.

Ji bo avakirina hukumetê pêdivî bi 272 kursîyan heye.

Ev rewş Modi neçar dike bi partîyeka din re koalîsyonê ava bike.

Narendra Modi ev 10 sal in bênavber li ser kar e û welêt bi îdeoljîya netewperest a Hîndû bi rê ve dibe.

Tifaqa Hîndistanê (INDIA)

Yek ji hêza sîyasî ku di hilbijartinê de serfirazîyê bi dest xist Tifaqa Hîndistanê (INDIA) ye.

Vê tifaqa ji çend 20 partîyên herêmî pêk tê, 232 kursîyan bi dest xist.

Hîndistan bi 1,430,000,000 nifûsa xwe welatê herî mezin ê cîhanê ye. % 70 YÊ vê nifûsê xwedî mafên dengdayînê ne./ Nexşe: Wikipedia

Armanca vê tifaqê dawîanîna rêveberîya netewperest a Narendra Modi ye.

Nûnerên tifaqê radigihînin BJPê piranîya parlamentoyê winda kirîye û lewma jî heqê wê tune ye careke din hukumetê ava bike.

Hilbijartinên Hîndistanê di navbera 19 nîsan-1 hezîranê de di heft qonaxan de hatin lidarxistin.

968 milyon hilbijêr di hilbijartinê de dengên xwe bi kar anîn.

———————————————

Foto: Ala Hîndistanê 

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

733 milyon mirov di asta birçîbûnê de dijîn

733 mîlyon mirov anki ji % 9.1 û nifûsa cîhanê di asta birçîbûnê de dijîn. …