Keşmîra di bin kontrola Hîndistanê de piştî deh salan hilbijartin hat lidarxistin.
Hilbijartina îro, dengdana ewil e ku piştî betalkirina statuya welêt pêk tê.
Keşmîr welatekî li Asyayê ye û di navbera 3 dewletan de hatiye parvekirin.
Hîndistan ji % 43’ê erdên welêt kontrol dike û dagirkerê herî mezin e.
Keşmîra di bin kontrola Hîndistanê de piştî deh salan hilbijartin hat lidarxistin.
Hilbijartina îro, dengdana ewil e ku piştî betalkirina statuya welêt pêk tê.
Hikumeta Narendra Modi ya Hîndistanê di 2019an de statuya federal a Cammû-Keşmîrê betal kir.
Ji wê demê û vir ve Cammû-Keşmîr ji alîyê walîyekî Hîndistanê ve tê birêvebin.
Hikumeta Delhîya Nû dixwaze vê hilbijartinê wekî pêkhatina îstikrara li vî welatî nîşan bide.
Ji bo vê jî bang li welatîyan hat kirin dengên xwe bi kar bînin.
Hîndistan li Jammû-Keşmîrê rejîmeke taybet a dagirkirinê dimeşîne.
500,000 leşkerên Hîndistanê hewl didin vî welatê çîyayî kontrol bikin.
Tê ragihandin, parlamentoya piştî hilbijartinê wê bê avakirin xwedî erkên kêm be.
Meseleya Keşmîrê
Keşmîr welatekî li Asyayê ye û di navbera 3 dewletan de hatiye parvekirin.
Hîndistan ji % 43’ê erdên welêt kontrol dike û dagirkerê herî mezin e.
Pakistan ji % 37 û Çîn jî ji % 20’ê Keşmîrê kontrol dikin.
Li gorî serjimara 2011an, ji % 68`ê nifûsê misilman, ji % 28 hîndû û yên mayî jî sîh, bûdîst û xrîstiyan in.
Keşmîr ji 1949an û vir ve di navbera Hîndistan-Pakistanê de meseleyeke aloz e.
Herdu welatên ku pêşîya serxwebûna Keşmîrê digirin ji bo vê meseleyê sê car şer kirin.
Betalkirina otonomîya Cammû-Keşmîrê
Cammû-Keşmîr heta 2019an eyaleteke Hîndistanê bû.
Hîndistan di 1949’an de, bi xala 370. a destûra bingehîn, erkên berfireh tranferê Keşmîrê kiribûn.
Cammû-Keşmîr xwedî parlamentoyeke herêmî bû û di meseleyên hundir de xwedî mafê biryardayînê bû.
Lêbelê hikumeta hîndûparêz a Modi di 2019an de statuyê betal kir û du herêmên rasterast girêdayî navendê bûn damezrandin: Cammû-Keşmîr û Ladak.
—————————————————————-
Foto: Dîmeneke ji dengdana li Cammû-Keşmîrê/X.com
Infowelat