Li Myanmarê agirbest nêzîk bû

 

 

Hikumeta Myanmarê û nûnerên koalîsyona serhildêrên etnîk di hevdîtinên xwe yên dawî de li ser pêşnûmaya duyemîn a agirbestê li hev kirin.

Pêşnûmaya agirbestê, piştî hevdîtinên sê rojan ên di navbera Komîteya Xebatê ya Pêkanîna Aştiyê ya hikumetê û Tîma Kordînasyonê ya Agirbesta Neteweyî ya serhildêran de di 23’yê Gulanê de hat qebûlkirin.

Wezîrê Karê Sînoran General Thet Naing Win di heman rojê de bangî her du delegasyonan kir ku beriya civîna Hezîranê li ser pêşnûmayeke dawî ya ji bo agirbestê li hev bikin û bi vî awayî mijara agirbestê êdî çareser bikin.

Li gorî rojnameya dîjîtal a Irrawaddy di daxuyaniya hevpar a her aliyan de hat destnîşankirin ku “her du alî jî ji bo agirbesteke neteweyî û destpêkirina diyalogeke siyasî hewlê didin” û beriya civîna Hezîranê wê pêşnûma ji aliyê her du aliyan ve bê nirxandin.

Win ji Serwîsa Myanmarê ya Radyoya Asyaya Azad (RFA) re wiha axivî: “Ez dixwazim her du alî jî lez bikin ku eger pêkan be –di civîna dawî de ne tenê ji bo pêşnûmayeke sêyemîn a peymana agirbestê- ji bo pêşnûmayeke dawî hewlê bidin”.

Pêşnûmaya duyemîn li ser pêşnûmaya ewilî ku di civîna Nîsanê ya li paytext Yangonê ji aliyê her du aliyan ve hatibû qebûlkirin. Vê pêşnûmayê ji heft beşan pêk hatibû.

Di hevdîtinên heta niha hatin lidarxistin de hikumet û nûnerên serhildêrên etnîk daxwazên xwe yên ji bo îmzekirina peymana dawî ya agirbestê diyar dikin û komên serhildêr destnîşan dikin ku ji bo pêşxistina diyaloga polîtîk a di navbera wan û hikumetê de divê temsîla wan a di Parlamentoya Myanmarê de bê berfirehkirin.

Ji Navenda Aştiyê ya Myanmarê Hla Maung Shwe jî di derbarê dijwariyên li ser riya lihevkirina her du aliyan de got ku “bi tenê du mijarên dijwar hene ku divê em nîqaş bikin” û wiha axivî: “Ew di derbarê ‘meşandina pêvajoya derbasbûnê’ û ‘damezrandina komîteyên ji bo diyaloga polîtîk de ne’ .”

Yekitiya Federal

Hevsekreterê Konseya Federal a Neteweyên Yekgirtî ku rêxistina kordînasyonê ya hêzên etnîk e Khun Okka got ku di civînan de nûnerên hikumetê “di warê bilêvkirina gotina ‘yekitiya federal de WARY e’.”

Hefteya buhurî her du alî ji bo bicîkirina peyva federalîzmê ya di pêşnûmayê de li hev kiribûn. Serokê Myanmarê Thein Sein di axaftineke xwe de diyar kiribû ku li Myanmarê federalîzm dikare pêk were.

Ji dema serxwebûna wê ya piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn û heta niha gelên li Myanmarê daxwaza sîstemeke federal dikin lê hikumetên Myanmarê berfirehkirina xweseriyê û pêkanîna federalîzmê wekî cihêxwaziyê dibînin.

Ji bo dewrkirina hêzê ji herêmên Myanmarê re divê destûra bingehîn a 2008’an ku ji aliyê cûntaya leşkerî hatibû amadekirin, bê guherandin. Komîteyeke parlamentoyê ku bi armanca guherandina destûra bingehîn hatibû damezrandin, niha li ser amadekirina pêşniyazan xebatê dike.

Çavkanî: Rfa.org

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hong Kong: Ji bo civakeke cihê paşxaneya nasnameyeke xwerû

    Protestoyên ji bo demokrasiyê li erdeke ku 150 sal in di riya xwe …