Agirbesta li Myanmarê ne neteweyî ye

 

 

 

Ji Navenda Aştiyê yê Myanmarê Aung Naing Oo jî destekê da agirbestê û got ku “di dewsa ku qet peymaneke li holê tune be peymaneke nêvî hatibe îmzekirin çêtir e.”

Hikumeta Myanmarê roja Pêncşemê bi heşt komên etnîk ên çekdar re peymana agirbestê îmze kir. Hikumet dide xuyakirin ku vê agirbestê gaveke mezin a ber bi aştiyê ye û wê wekî Peymana Agirbestê yê Neteweyî bi nav dike. Lê divê bê gotin ku hîn bi çend serhildêrên komên etnîk re şer didome û lewma peyman nikare wekî peymaneke neteweyî bê binavkirin.

Piştî agirbestê jî gelek pirsên di derbarê çareserkirina prolemên etnîk û di vê çarçoveyê de parvekirina hêzê di navbera navend û herêman de hîn nehatiye bersivandin. Li aliyekî din, di peymanê de qala bêçekbûna hêzên etnîk ên çekdar nehatiye kirin.

Piraniya komên etnîk ên agirbestê îmze kirin, ji herêmên li ser sînorê Taylandê ne. Bi serhildêrên ji herêmên li ser sînorê dirêj ê bi Çînê re peyman nehatiye îmzekirin. Ji van komên etnîk ên xwedî hejmareke zêde çekdar kaçîn û wa ne û rojekê beriya agirbesta navborî jî li herêma Kaçînê şer dom kir. Fermandarekî Artêşa Serxwebûna Kaçînê eşkere kir ku vê hefteyê li herêmên Kaçîn û Şanê yên li ser sînorê Çînê pevçûn berdewam kiriye.

Ji Navenda Aştiyê yê Myanmarê Aung Naing Oo jî destekê da agirbestê û got ku “di dewsa ku qet peymaneke li holê tune be peymaneke nêvî hatibe îmzekirin çêtir e.” Pispor diyar kir ku wê hikumeta Myanmarê bi komên din re jî peymanê îmze bike.

Çend hefte şûn de li Myanmarê hilbijartinên giştî wê bên lidarxistin. Tê bawerkirin ku hikumet dixwaze vê peymanê gaveke mezin a ber bi aştî û aramiya li welat nîşan bide û vê yekê di hilbijartinê de bi kar bîne.

Înfowelat

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …