Herêm daxwaza tevlîbûna biryaran dikin

RLEG (Herêmên Ewrûpayê yên Xwedî Erkên Qanûnçêkirinê) li bajarê Bilbao ya Welatê Baskê civiyan.

Beşdarên civîna ku di 22’yê Adarê de hate lidarxistin, Deklerasyona Bilbaoyê qebûl kirin.

Di belgeyê de pêdiviya şopandina sîstema Yekitiya Ewrûpayê û derfeta tevlîbûna biryaran a herêm û welatên biçûk hate pêşniyazkirin.

RLEG (Herêmên Ewrûpayê yên Xwedî Erkên Qanûnçêkirinê) li bajarê Bilbao ya Welatê Baskê civiyan.

Beşdarên civîna ku di 22’yê Adarê de hate lidarxistin, Deklarasyona Bilbaoyê qebûl kirin.

Bi vê danezanê, modela rêvebiriyê ku welat, netewe û herêmên biçûk ên Ewrûpayê jî divê tevlî girtina biryaran bibin, hate pêşniyazkirin.

Mazûvanê civînê, serokê Herêma Xweser a Baskê Inigo Urkullu di axaftina xwe de balê kişand ser pêdiviya modeleke nû ya rêvebiriyê.

Urkullu got, “tiştekî mimkûn e û ji her demê bêtir derfet heye rêvebirina piralî ya demokratîk” li Ewrûpayê serdest bibe.

Lîderê Baskê da zanîn, bi vî awayî welatên biçûk wê bibin xwedî temsiliyeta di saziyên Ewrûpayê de û tevlî mekanîzmayên biryarê bibin.

Deklerasyona Bilbaoyê ku ji 4 rûpelan pêk tê, piştî gotûbêjên civînê hate amadekirin.

Di belgeyê de pêdiviya şopandina sîstema Yekitiya Ewrûpayê û derfeta tevlîbûna biryaran a herêm û welatên biçûk hate pêşniyazkirin.

Vekolîna li ser Peymana 13ê Sibatê 2019’an a Yekitiya Ewrûpayê ku heta radeyekê derfetê dida herêmên xwedî erkên qanûnçêkirinê tevlî biryaran bibe, di danezanê de cî girt.

Beşdarên civînê di dawiya deklerasyonê de bang li Yekitiya Ewrûpayê kirin, rola herêmên xwedî erkên qanûnçêkirinê ya di nava sîstema xwe de qebûl bike.

Kurteçîroka RLEGê

Endamên komê ev in: Aland, Azor, Balear, Bask, Flander, Katalonya, Madeira, Niederosterreich, Piedmont, Salzburg, Sardinya, Tîrol, Valenciya û Voralberg.

RLEG (Herêmên Ewrûpayê yên Xwedî Erkên Qanûnçêkirinê) toreke herêm û hukumetên otonom ên xwedî erkên qanûnçêkirinê ye.

Endamên vê komê ji sala 2018’an û vir ve bi awayekî rêkûpêk li ser mijarên hevpar civînan li dar dixin.

Lê digel vê temsiliyeta xwe ya berfireh, ev kom ji aliyê Yekitiya Ewrûpayê ve nayê qebûlkirin.

Endamên komê ev in: Aland, Azor, Balear, Bask, Flander, Katalonya, Madeira, Niederosterreich, Piedmont, Salzburg, Sardinya, Tîrol, Valenciya û Voralberg.

Korsîka ji ber ne xwedî statuyeke polîtîk e, wekî çavdêr tevlî xebatên RLEGê dibe.

RLEG ji damezrandina xwe û vir ve, dixwaze Yekitiya Ewrûpayê li gorî realîteya herêman û welatên biçûk tevbigere û li ser bingeha desentralîzasyon û otonomiyê wan jî tevlî biryaran bike.

Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Ji bo zimanê baskî dimeşin

jBernameya beza Korrikayê ya ji bo parastina zimanê baskî dest pê kir. Meşa 10 roj …