Referandûma Awustralyayê ya li ser Aborîcînan

A.Rahman Çelîk

Gelên Awustralyayê wê ji bo gelên ewil ên welat, Aborjîn û Giraviyên Avtenga Torresê biçin ser sindoqan.

Li Awustralyayê ji cerga mêtingeriya Brîtanyayê ve, cûdakariya li dijî gelên xwecî didome.

Li dijî vê cudakariyê referandûmeke dîrokî li dar dikeve.

Di referandûmê de wê ji gel bê pirsîn ku gelên ewil ên Awustralyayê Aborjîn û Giraviyên Avtenga Torresê bila di Qanûna Bingehîn de cî bigirin an na?

Serokwezîrê Awustralyayê Antony Albanese pirsa mijarê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand.

Bang li gel kir ku di dengdayîna di navbera Cotmeh û Kanûnê de dengê “erê” bidin.

Serokwezîrê di banga xwe de got: “Hûn niha nedin hûnê kengî bidin?”

Gava ragihandinê dengê serokwezîr lerizî û çavên wî tije bûn.

Serokwezîr Antony Albenese di domahîka daxuyaniya xwe de got: “Pirsa ku îsal wê ji Awustraliyan bê pirsîn gelekî hêsan e. Qanûna tê pêşniyar kirin, dixwaze dengê gelên ewil ê Awustralyayê jî têxe nav Qanûna Bingehîn. Hûn vê guherînê qebûl dikin an na?”

Eger encam erê be…

Eger di referandûmê de dengê “erê” derkeve, wê ji xweciyan komîteyek bê avakirin.

Ev komîte, wê li ser polîtîka û projeyên ku bi xweciyan ve têkîldar, pêşniyarên ku hukmê wan tunene li Parlemana Federal bike.

Her çiqasî ji 26 milyon nifûsa Awustralyayê nêzî ji sedî 3.2’yên wan Aborjîn in jî, ji dema mêtîngeriya Brîtanyayê û vir li dijî wan cudakarî tê kirin.

Di Qanûna Bingehîn a 122 salî de hîç qala Aborjînan nayê kirin.

Hikûmet tê payîn ku heta dawiya meha Hezîranê wê qanûnê pêşkêşî parlemanê bike.

Ji bona ku ev qanûn karibe di Qanûna Bingehîn de cî bigire, divê bi referandûmê bê qebûlkirin.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Ji bo zimanê baskî dimeşin

jBernameya beza Korrikayê ya ji bo parastina zimanê baskî dest pê kir. Meşa 10 roj …