Qerebaxa Çiyayî teslîmê Azerbaycanê bû

Qerebaxa Çiyayî ku ev 30 sal in di rojeva cîhanê de bû, teslîmê Azerbaycanê bû.

Herêma serhildêr daxwaza bêçekbûna hêzên çekdar ên qebûl kir.

Serokê Azerbaycanê Haydar aliyev ragihand, erdên herêmê ketiye bin „serdestiya neteweyî“ ya welatê wî.

Li Qefqesyaya cîranê Kurdistanê ye erdhejeke jeopolîtîk pêk hat.

Qerebaxa Çiyayî ku ev 30 sal in di rojeva cîhanê de bû, teslîmê Azerbaycanê bû.

Azerbaycanê ragihand, wê hemû herêma serhildêr xistiye bin kontrola xwe.

Artêşa Azerbaycanê ji bo dagirkirina herêmê, roja Sêşêmê dest bi êrişeke mezin kiribû.

Hêzên Ermenî yên herêmî bi tenê rojek di ber xwe dan û daxwaza agirbestê kirin.

Azerbaycanê ji bo agirbestê daxwaza bêçekbûna hêzên çekdar ên Qerebaxa Çiyayî kir.

Hukumeta herêmî neçar ma vê daxwazê qebûl bike û ew jî bû bidawîbûna serxwebûna herêmê.

Serokê Azerbaycanê Haydar aliyev ragihand, erdên herêmê ketiye bin „serdestiya neteweyî“ ya welatê wî.

Herwiha, hukumeta Bakuyê ragihand, ji bo tevlîbûna herêmê ya bi ser Azerbaycanê ve îro wê her du alî bicivin.

Komeke sivîlên hewl didin terka Qerebaxê kirin. /Foto: Ashot Gabrielyan, Instagram)

Digel ku êrişa dawî bi tenê rojekê berdewam kir, li aliyê Ermeniyên Qerebaxa Çiyayî windahiyên giran pêk hatin.

Di encama bombebaranê de 200 kes hatin kuştin û 400 kes birîndar bûn.

Piraniya windahiyên Ermenî endamên hêzên çekdar ên herêmê ne.

Ligel windahiyan, ji 3 hezarî zêdetir kes jî terka herêmê kirin.

Kurtedîroka aloziyê

Herêma di dema Sovyetê de otonom bû, di 1988’an de ji Azerbaycanê veqetiya.

Di 1994’an de Ermenistan tevlî herêmê, parçeyeke mezin a erdên Azerbaycanê dagir kiribû.

Azerbaycanê di 2020’an de bi şerekî nû  tevlî erdên xwe yên dagirkirî, beşeke Qerebaxê bi dest xistibû.

Qerebaxa Çiyayî herêmeke çiyayî ye ku piraniya nifûsa wê ji Ermeniyan pêk tê.

Ev herêma di dema Sovyetê de otonom bû, di 1988’an de ji Azerbaycanê veqetiya û 1991’an de Komara Artşakê ava kir.

Di şerê 1994’an de Ermenistan û hêzên herêmî artêşa Azerî têk birin û tevlî herêmê, parçeyeke mezin a erdên Azerbaycanê dagir kirin.

Azerbaycanê di 2020’an de bi desteka Tirkiyeyê êriş bir ser herêmê û Ermenistanê û tevlî erdên xwe yên dagirkirî, beşeke Qerebaxê bi dest xist.

Nagorno Qerebax û derdora wê. Ciyê zer sînorên herêma otonom a dema Yekitiya Sovyetê ye. /Harîte: Wikipedia

Bi navbeynkariya Rûsyayê, agirbest hate ragihandin û ji bo kontakta di navbera Ermenistan û Qerebaxê de Korîdora Laçînê hate vekirin.

Lêbelê Azerbaycan hurmetê ji peymana aştiyê re nekir û ligel jidandina kontrolê ya li Laçînê, zextên li hember Ermenistan û Qerebaxa Çiyayî zêde kirin.

Infowelat

Fotoyê bergê: Ala Komara Artşakê (Qerebaxa Çiyayî). /Jêder: Horizonweekly 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Fermon: Têkoşîna hiqûqî li Fransayê bimeşînin

Jan Fermon got, “kiryarên Fransa û Belçîkayê nimûneyeka bêhiqûqîyê ye” û divê têkoşîna hiqûqî li …