Katalonya doza berhevkirina bacê kir

Katalonya modeleke finansê ya ji bo bacê pêşniyazê Îspanyayê kir.

Bi vê modelê hukumeta katalan dixwaze % 100 baca li Katalonyayê berhev bike.

Bi vê modela nû wê Katalonya bikaribe hemû baca li nava sînorên xwe berhev bike.

Pêşniyaza Katalonyayê ji aliyê Wezîra Aborî û Xezîneyê Natalia Mas ve hat kirin.

Mas di daxuyaniyeka çapemenîyê de got, hukumeta katalan dixwaze % 100 baca li Katalonyayê berhev bike.

Wezîra katalan vê daxwazê wekî „guherîna paradîgmayê” ya di mijara fînansekirina Katalonyayê de pênase kir.

Bi modela nû wê Katalonya bikaribe 52 milyar euro bacê berhev bike.

Niha % 9ê erkên berhevkirina bacê di destên hukumeta katalan de ye û hukumetê salane li derdora 17 milyar euroyî bacê berhev dike.

Li gorî plana hukumeta katalan, qismeka baca hatîye berhevkirin wê neqlê dewleta Îspanyol bê kirin.

Qismeka din a bacê jî wê ji fona herêmên Îspanyayê re bê şandin.

Armanca vê fonê desteka aborîyê ya ji bo herêmên xizane.

Welatê Bask, Katalonya û herêmên din ên halxweş hersal li gorî hebûna xwe alîkarîyê dişînin ji vê fonê re.

Berdevka hukumeta katalan Patricia Plajayê jî derbarê mijarê de got, wê plana nû ya ji bo bacê di Parlamentoya Katalonyayê de bê gotûbêjkirin.

Bersiva Îspanyayê

Wezîrê Aboriyê yê Îspanyayê Carlos Cuerpo got, modeleka nû ya finansê encax dikare bi rêya muzakereyên bi hemû herêman re bê qebûlkirin.

Li aliyekî din, hukumeta Îspanyayê bi daxuyanîyekê demildest bersivê da plana nû ya Katalonyayê.

Wezîrê Aboriyê yê Îspanyayê Carlos Cuerpo got, modeleka nû ya finansê encax dikare bi rêya muzakereyên bi hemû herêman re bê qebûlkirin.

Li Îspanyayê 17 herêmên otonom hene ku piranîya wan ne xwedî erka berhevkirina bacê ne.

Bi tenê, Welatê Bask û Navarra dikare hemû baca di nava sînorên xwe de berhev bikin.

Infowelat

——————————-

Foto: Wezîra Aborî û Xezîneyê ya Katalonyayê Natalia Mas/X.com  

 

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …