Homo sapiens ji Kurdistanê çûn Ewrûpayê

Gotareke di Nature Ecology & Evolution hat weşandin nîşan dide, Homo sapiens ji Kurdistanê belavî Ewrûpayê bûye.

Dora Gola Wanê, devera ewil a Homo sapiensan e ku koçî Ewrûpayê kirine.

Gelo Homo sapiens ku wekî pêşiyên mirovahiyê tên qebûlkirin, çawa gihîştin Ewrûpayê?

Ev pirs, bû mijara lêkolîneke zanyarên ji Fransa û Ûkraynayê.

Lêkolîn li ser parçeyên biçûk ên qaqot (tasa serî) ya mirovan ên li Buran Kayayê hat kirin.

Ev bermahiyên serê mirovan di 2009’an de hatibû vedîtin.

Ev der wargeheke arkeolojîk a li Kirimê ye ku niha di destên Rûsyayê de ye.

Dîroka bermahiyên hatin analîzkirin, heta 37,000 an 36,000 sal berê diçe.

Encama lêkolîna li vê wargehê di Nature Ecology & Evolution de hat weşandin.

Zanyaran ragihand, du qaqotên li deverê, yên cureyeke mirov in ku ji ber Neandertal û Homo sapiensên herî kevn pêk hatine.

Ev mirov, 45,000 berê hatine vê herêmê û paşê ji ber karesateke avhewayê neslê wan ji holê rabûye.

Tiştê herî balkêş ev e, komeke mirovên li wargeha Kirimê derbasî Ewrûpayê bûne.

Mirovê koçî Ewrûpayê kirine bûne pêşiyên ewil ên Homo sapiens li vê parzemînê.

Ji Kurdistanê derbas bûn

Homo sapiens 60,000 sal berê ji Afrîkayê  belavî cîhanê bûne.

Homo sapiens di destpêkê de hatine Rojhilata Navîn û ji wir jî bi riya Kurdistan û Qefqesyayê derbasî Ewrûpayê bûne.

Zanyarên lêkolînê meşandin didin zanîn, mirovên li vê deverê ji başûrê Qefqesyayê koç kirine.

Ev herêma fireh ku qala wê tê kirin, ji aliyê cografîk ve di nava erdên Kurdistana Bakur de ye.

Malpera The Conversationê ku xwe spart lêkolînê, harîteyeke koça van mirovan weşand.

Di vê harîteyê de bakurêrojhilatê Gola Wanê wekî devera ewil a Homo sapiensên li başûrê Qefqesyayê hat nîşandayîn.

Zanyar didin zanîn, di navbera mirovên li Buran Kaya û başûrê Qefqesyayê de lînkeke genetîk a hevpar heye.

Li gorî lêkolînên li ser dîroka ewil a mirovahiyê, Homo sapiens 60,000 sal berê ji Afrîkayê  belavî cîhanê bûne.

Homo sapiens di destpêkê de hatine Rojhilata Navîn û ji wir jî bi riya Kurdistan û Qefqesyayê derbasî Ewrûpayê bûne.

Infowelat

Foto: Harîteya li ser lêkolîna ku di Nature Ecology & Evolution de hat weşandin. 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Fermon: Têkoşîna hiqûqî li Fransayê bimeşînin

Jan Fermon got, “kiryarên Fransa û Belçîkayê nimûneyeka bêhiqûqîyê ye” û divê têkoşîna hiqûqî li …