Reformeke nû ya li Kantona Fribourgê destûrê dide beledîyeyan ku dema ziman ji alîyê % 10 zêdetir nifûsê bê axaftin, bibe fermî. Hinek beledîye tevî bajarê Fribourg vê şertê pêk tînin. Eger ev reform bê qebûl kirin, wê li hin bajar û bajarokên kantonê almanî bibe fermî.
Swîsre wekî welatekî ku civakên çar zimanên fermî bi hev re bêyî problem û alozîyekê dijîn tê naskirin. Lêbelê di heqîqeta di meseleya ziman de ewqas ne hêsan e.
Li gorî nûçeya SRFê, bajarê Fribourgê dike bibe bajarekî duzimanî lêbelê qismeke fransîaxêvan naxwazin almanî bibe zimanê fermî. Pêşnîyazqanûneke ziman ku niha di rojevê de ye nîqaşeke nû li ser meseleya ziman da destpêkirin. Reforma ziman par ji hêla Kantona Fribourgê ve hatibû pêşniyazkirin. Tê diyar kirin ku parlementoya Kantona Fribourgê di dawiya vê salê de biryarekê li ser vê mijarê bide.
Reform destûrê dide beledîyeyan ku dema ziman ji alîyê % 10 zêdetir nifûsê bê axaftin, bibe fermî. Hinek beledîye tevî bajarê Fribourg vê şertê pêk tînin. Eger ev reform bê qebûl kirin, wê li hin bajar û bajarokên kantonê almanî bibe fermî. Beledîyeyên ku pîvana ji % 10î bicîh tînin, dikarin bi rêya referandûmekê biryara duzimanîyê bidin. Ji bilî bajarê Fribourgê, bajarên Courtepin û Murten jî pîvana fermîbûna duzimanîyê pêk tînin.
CRPF naxwaze almanî bibe fermî
Lêbelê Civaka Romand a Kantona Fribourgê (CRPF) naxwaze almanî bibe zimanê fermî û ji bo vê di nava gel de xebatê dike. Endamên vê komeke parazvaniyê zimanê fransî, îdîa dikin ku bi rêya ê reformê wê sînorê di navbera almanî-fransî de ber bi rojava ve biçe. Cîgirê Serokê CRPF Alexandre Papaux ji SRFê re wiha axivî: “Em ditirsin li rojavayê welat ev rewş dê bibe sedema belavbûna zimanê almanî.”
CRPF dide zanîn, bi reforma nê wê nivîs, qanûn û rêziknameyên fermî yên hikûmetê bi du zimanan bên nivîsandin û ev ê jî duzimanîya tam li kantonê serdest bike. Li gorî komeleyê ev ê jî derî li almanîbûna Kantona Fribourgê veke. Mesrefên wergerê yên ji ber duzimanîyê wê derkevin holê sebebeke din a îhtirazê ye ji bo CRPFyê.
Papaux dîyar dike, eleqeya rêjeya % 10 a ji bo naskirina fermîbûna ziman bi rastiyê re tune ye. CRPF ji bo fermîbûna ziman rêjeya ji % 30 heta ji % 35an tercîh dike.

Ku derê Fribourg?
Fribourg kantoneke li rojavayê Swîsreyê ye û ji alîyê rûbera erdên xwe heştemîn kantona herî mezin a welêt e. Navê kantonê xwe dispêre peyva almanî “Freiburg” (bajarê azad). Tevî ku parçeyeke wê ya mezin li herêma Swîsreya Roman e, ji ber hebûna hejmareke zêde almanîaxêvan wekî kantoneke duzimanî tê qebûlkirin. Nifûsa kantonê li derdora 350,000î ye û almanî zimanê ji % 26ê nifûsê ye.
Foto: Bajarê Fribourgê /Norbert Aepli, CC BY 2.5
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat