Girava Îslandê piştî 2009an careke din dixwaze bibe endamê Yekitîya Ewrûpayê. Hikumet plan dike ij bo vê mijarê havînê referandûmekê li dar bixe.
Îsland ji bo tevlîbûna Yekitîya Ewrûpayê wê di 29ê tebaxê de referandûmekê li dar bixe.
Îsland ji bo tevlîbûna Yekitîya Ewrûpayê wê di 29ê tebaxê de referandûmekê li dar bixe.
Pêşnîyaza li ser referandûmê ji alîyê hikumeta serokwezîr Kristrun Frostadottir ve hat pêşkêşkirin.
Pêşnîyaz ji bo têkeve merîyetê divê di parlamentoya welêt Althingê ve were qebûlkirin.
Di dengdanê ji hilbijêran tê xwestin ka ew dixwazin hikumet bi Yekitîya Ewrûpayê re dest bi hevdîtinên endamtîyê bike.
Dema gel pêşnîyazê qebûl bike wê ji bo endamtîya YEyê referandûmeke din bê lidarxistin.
Encamên rapirsîyên dawî nîşan didin, ji % 75ê hilbijêran destekê didin pêşnîyazê.
Serê Ûkraynayê, gefên DYAyê yên li ser Greenlandê û bilindbûna rakêşîya li Arktîkê sebebên desteka gel a ji bo endamtîya YEyê tê nîşandan.
Îsland niha bi rêya Qada Aborî ya Ewrûpayê û qada Schengê ya serbestîya hatûçûnê bi YEyê re hevkarîyê dike.
Lêbelê komên debara xwe bi cotkarîyê û masîvanîyê dikin, ji rêziknameyên YEyê yên di herdu sektoran de fikaran dikin.
Îslan cara ewil di 2009an de ji bo endamtîyê serî li YEyê dabû û lê di 2013an de daxwaza xwe paşve kişandibû.
Girava Îslandê
Îsland welatekî li bakurê Okyanûsa Atlantîkê ye ku wekî welatekî nordîk tê pênasekirin.
Girav herî zêde volkanên xwe yên aktîf, glazyer û enerjîya xwe ya jeotermal tê naskirin.
Nifûsa Îslandê li derdora 400,000î ye ku piranîya wê li paytext Reykjavikê dijî.
Foto: Paytexta Îsland Reykjavík. /Olga Ernst, CC BY-SA 4.0
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat