Serxwebûna Kurdistanê dixwazin lê erkên xwe bi cî naynin

Rapirsîya bi navê “Cî û Rola Rewşenbîr û Hunermendên Kurd ên li Bakurê Kurdistanê ya di têkoşîna azadîya kurdan de” li pênc bajaran hat lidarxistin. Encamên rapirsîyê nîşan didin, civak hem rola rewşenbîran a di netewesazîyê de qebûl dike hem jî hewldanên wan têr nabîne.

Rapirsîyeke li ser rola rewşenbîr û hunermendên kurdan a têkoşîna neteweyî de ya li bakurê Kurdistanê encamên balkêş bi dest pêşkêş dike.

Rapirsîya bi navê “Cî û Rola Rewşenbîr û Hunermendên Kurd ên li Bakurê Kurdistanê ya di têkoşîna azadîya kurdan de” ji alîyê Suat Ozalp ve hat kirin.

Rapirsî li 5 bajarên mezin ên Bakur ên wekî Amed, Êlih, Mêrdîn, Riha û Wanê hat kirin.

542 kesên ku nîvê wan nîv jî jin bûn bersiv dane 23 pirsên rapirsîyê.

Ozalp ligel amadekirina pirsan, karê seheyê, grafîkên encaman û analiz wan jî kir.

Yek ji encamên herî balkêş ê anketê pirsa di derbarê hebûn û tunebûna rewşenbîrên kurdan de ye. Ji % 86ê civakê bawer dike ku di nava kurdan de “komeke rewşenbîr an hunermendên yên kurdan” hene. Tevlî vê jî, nêzîkî ji % 40ê civakê bersiv nedane pirsa “hûn kê wekî rewşenbîr û hunermend dibînin?” Encameke din a enteresan a bi vê pirsê ve girêdayî ev e, piranîya kesên bersivên dane anketê “muzîkjenan” wekî rewşenbîr û hunermendên kurd qebûl dikin.

Encamên ji pirsên rapirsîyê derketine wiha dikarin bên rêzkirin:

Welatê xwe wekî mêtingeh dibînin?

Ji % 60ê beşdaran bersiva “tevlî dibim” dane vê pirsê. Lê tevlî vê jî Suat Ozalp xetereya di mijarê de wiha îzeh kirîye:

“Têgehên “Mêtingeh û mêtingerî” li gel di nîqaşên salên 80 û 90’î de têgehên herî zêde dihatin bikaranîn bûn, bi taybetî di salên dawîn de ji ber sedema tevgera azadiyê ya Kurdan devjêberdana hedefa dewleta netewî ya serbixwe kiriye gotina xwe ya siyasî, di sehayê de me dîtiye ku gotin an jî têgeha mêtingeh bi taybetî di nav nivşên ciwan de maneya xwe wenda kiriye.”

Serxwebûnê dixwazin

Dixwazin welatê wan bibe serbixwe

Ji % 65 bersiva “tevlî dibim” dan e vê pirsê ev encam bi paradîgmaya niha ku ji Konfederalîzma Demokratîk û Neteweya Demokratîk pêk tê li hev nake. Wekî Ozalp jî di encaman de nivîsî ye, “rêjeya daxwaza Kurdistaneke serbixwe ya rewşenbîr û hunermendên kurd ji rêjeya pirsa berêtir a ‘welatê xwe wekî mêtingeh dibîne’ bilindtir derketiye.”

Piştevanîyê didin têkoşîna sivîl-sîyasî

Ji % 67ê civakê bersiva erênî daye lê ev encam ji rêjeya kesên welatên xwe wekî “serbixwe û mêtingeh” dibîne zêdetire. Lêkolînerê sehayê Ozalp vê wiha îzeh dike: “Qismeke mezin a beşdaran li gel difikirin ku rewşenbîr û hunermend li aliyekî welatê xwe wekî metingeh dibînin û daxwazeke radîkal a wekî dewleteke serbixwe dikin, li aliyê din jî difikirin ku ew rêbeza têkoşîna sivîl a legal a zêdetirê wekî pasîf tê dîtin, ji rêbaza leşkerî bêtir dipejirînin”.

Piştevanîyê didin têkoşîna sîyasî-leşkerî

Li derdora ji % 54ê civakê tevlî vê nêrînê nabe. Ozalp dide zanîn, “beşdar bi rêjeyeke zêdetir difikirin ku rewşenbîr û hunermendên Kurd rêbaza têkoşîna sivîl siyasî ji rêbaza leşkerî bêtir dipejirînin” û bawer dike ku li ser mijarê zêdetir nîqaş bên kirin.

Berpirsîya welatparêzîyê têra xwe bi cî naynin

Rewşenbîrên kurd têra xwe polîtîk in

Ji % 36.4ê civakê rewşenbîr û hunermendên kurd têra xwe polîtîk nabînin.  Ê polîtîk dibinîn bi awayê berbiçav rêjeya wan  %43.9e.

Wezîfeya welatparêzîyê têra xwe tînin cî

Di vê lêkolînê de pirsa herî şênber a ku rol û perpirsiyarîya rewşenbîr û hunermenda  di tekoşîna gelê kurd dipîve ev pirse. Mirov dikare bibê je kurtîya vê lêkolînê bi pirsî derketîye hole. Rêjeya kesê ku di derbarê rewşenbîr û hunermenda de bersîva erênî dane jî kesî bersiva neyînî dane kêmtir maye. Kesê bersîva erênî dane rêjeya wan %32.8, ê ku bersîva neyînî dane %36.5e. Bi van encaman mirov bi rehetî dikarê bibêje gelê kurd, rewşenbîr û hunermendê xwe di pole de hîştîyê.

Xwe ji taymetmendîyên paşverû yên kevnar û feodal ên civaka kurd rizgar kirin e

Di encaman de tê dîyarkrin “beşdar bawer dikin ku rewşenbîr û hunermendên me ji paşverûtiyên me yên civakî bi temamî rizgar nebûne.” Ji %31,8 di mijarê de bawerîya xwe bi rewşenbîr û hunermendam tînin.  Ji %48,5 jî bersiva neyînî dane vê pirsê.

Hevkarîya wan a bi sîyasetê re lawaz e

Bi tevgerên sîyasî yên kurd re xwedî têkilîyên xurt ên hevkarî ye ne

Wekî di vê grafîkê de tê dîtin, qismeke mezin a beşdaran destnîşan dikin ku eleqeya rewşenbîr û hunermendan bi siyasetê ve tuneye û tevî partiyên siyasî û siyasetmedaran hereketeke hevpar nakin.

Ji % 49 ê kesên anket bi wan re hatine kirin tevlî vê hevokê nebûne. Rêjeya kesên bi qismî û tevahî tevlî vê nêrînê dibin jî bi qasî heman rêjeya kesên neyînî difikirin e.

Di qada xwede di heman qalîteya hemkarên xwe yên navneteweyî de hilberînê dikin

Ji % 64,6 bersiva neyînî dane vê pirsê. Suat Ozalp li ser vê encamê vê şîroveyê kirîye: “bi taybetî dema derfetên rewşenbîr û hunermendên li diasporayê dijiyin tê bîrê, tê dîtin bi rêjeyeke bilind tînin ziman ku xebatên wan ne di kalîteya navneteweyî de ne.”

Kapasîteya wan heye ku rojeva welat dîyar bikin

Mixabin bersiva vê pirsa balkêş bi rêjeya Ji % 58 “na” ye. Ew jî lawazîya rewşenbîr û hunermendên kurd nîşan dide. Ozalp di vê meseleyê de van çavdêrîyên xwe ji kolanên Kurdistanê radigihîne: “Li sehayê beriya dest bi pirsên anketên bikin, pirsa sereke ya ji bo hunermend û rewşenbîran dikirin ev bû ku digotin ‘kanî li ku ne’. Dibêjin ji bilî xebatên wan ên medyaya sosyal peyameke wan a ji bo pirsgirêkên gel nedîtine.”

Têra xwe ne wêrek in

Wêrek e. Wêrekîya wan heye ku derkevin derveyî qanûnên mêtingeran

Vê pirsa balkêş bi xwe re encameke balkêş anî ye: Ji %56.3yê civakê di wê bawerîyê de ne rewşenbîr û hunermendên kurd têra xwe ne wêrek in. Piranîya gel difikirin ku vê derdorê di nava sînorên dewletê de tev digere.

Ji bo welatê xwe niha bi qasî sîyasetmedarên kurd berdêlê didin

Bi rêjeyeke pir bilind, ji % 77ê civakê dibêje ew tevlî vê nêrînê nabe. Ozalp derbarê vê helwestê de wiha nivîsandî ye: “Di vê pirsê de helwesta neyînî hema hema derdikeve 10 qatên helwesta erênî. Bi vê encamê ve, gel destnîşan kiriye ku rewşenbîr û hunermendên kurd di têkoşîna azadiyê ya Kurdan de bi gelekî li paş siyasetmedaran mane.”

Dikarin bibin endam, xebatkarên çi partîyeke kurdan û û polîtîkaya wan biparêzin

Ji % 67ê kesên anket bi wan re hatine kirin tevlî vê hevokê bûn e. Suat Ozalp li ser vê encamê bi van vê pêşnîyazê rewşenbîr û hunermendan dike:

“Bi ya min, piştî encama vê lêkolînê, divê rewşenbîr û hunermendên kurd dûrahiya xwe ya ji siyasetê di ber çav re derbas bikin û têkîliyên xurttir bi siyaseta kurdan ve çê bikin.”

Rola wan bi qasî sîyasetmedaran giring e

Di têkoşîna avakirina civaka kurdan de rola wan bi qasî hêzên sîyasî girîng e

Kesên bersiv dane pirsan tevlî ku rewşenbîr û hunermendam rexne dikin jî, roleke giring ji bo netewesazîya kurdan li wan bar dikin. Bi rêjeya ji %71an civakê dîyar kirine ku “rola rewşenbîr û hunermendan di avakirina civakê de girîng e.”

Berjewendîya xwe ya îdeolojîk di ser berjerwendîya kurdan de digirin

Ev pirsa balkêş derbarê tercîhên îdeolojîk û berjewendîyên neteweyî de encameke hîn balkêş bi xwe re anî ye. Di derbarê vê mîjare de bi salane di nava civaka kurd e niqaş hene. Kesê ku herî zêde li ser vê mijarê disekine civaknas İsmail Beşikçîye.  Civaknas di gelek  gotar û  di pirtûka xwe ya  li ser rewşenbîrê kurd de lixwedîderketina nirkên netewaya kurd  bêtir bi  parastina ideolojîyên wekî   îslamî û sosyalizme  tawanbar dikir. Di vê mijarê de gel her çiqas li derdora  %40 tevlê vê nêrînê nebûye jî, kesê kû tevlê vê nêrînê bûne bi rêjeyekê nêzîkî vê rêjeyê (%30) gotine ku  rewşenbîr û hunermend,  ji parastina berjêwendîyê netewî bêtîr berjewendîyê İdeolojîk diparêzên. Bi van encaman diyar dibe kû van rexneyê bi salane ku tên kirin niha jî berdewam dike.

Gotar ji Berwarnewsê hatîye girtin 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Rojava hêza xwe ya leşkerî diparêze

Îlham Ehmed di civîneke online de li ser detayên peymana Rojavayê Kurdistanê û Hikumeta Demkî …