Hefteya Aştiyê ya ku bi beşdariya ji 50’yî zêdetir rêxistin û Dêra Katolîk tê li dar xistin, di 8’ê Îlonê de li Kolombiyayê dest pê kir. Hefteya ku ji sala 1987’an û vir ve her sal tê li dar xistin, wê heta 15’ê Îlonê dewam bike. Çalakiyên îsal wê di …
Bêtir »Kampanyaya perwerdeya bi zimanê dayikê bi dawî bû
Kampanyaya bi daxwaza Perwerdeya bi Zimanê Dayikê û betalkirina “Sonda me (Andimiz)” ku 4’ê Îlonê bi beşdariya saziyên ziman, perwerde û rêxistinên din ên sivîl hatibû destpêkirin, bi dawî bû. Di pêvajoya kampanyayê de li Amed, Wan, Batman, Riha, Sêrt, Dêrsim, Îdir, Qoser, Erxenî, Farqîn, Şirnex, Nisêbîn, Sirûc, Hewag, Bîrecûk, …
Bêtir »Li beşên kurdî yên zanîngehan nîqaşa alfabeyê
Li zanîngehên ku beşên kurdî lê vebûne nîqaşa “alfabeya erebî an a latînî ji bo kurdî baştir e” tê kirin. Li gorî nûçeyekê di Ajansa Anatolyayê (AA) de hat weşandin de Zanîngeha Alpaslana Mûşê dilxwaziya xwe ya ji bo alfabeya erebî eşkere dike lê li aliyê din, berpirsên beşên kurdî …
Bêtir »Tabelaya bi galîkî rastî êrîşê hat
Tabelayeke duzimanî ya li Skotlandê rastî êrîşeke çekdarî hat û ev yek fikara şovenîzma li hember parastina zimanî galîkî zêde kir. Tabelaya k u di 4’ê Îlonê de li ser riya balafirgeha li navçeya Caithnessê ya li bakurê Skotlandê hatibû bicîkirin, di nava 24 saetan de rastî êrîşê hat. Li …
Bêtir »Pêvajoya aştiyê di vîrajekê re derbas dibe
Hevserokê desteya rêvebiriya Koma Civakên Kurdistan (KCK) Cemîl Bayik ragihand ku ew vekişandina hêzên wan ên çekdar ji Kurdistan û Tirkiyeyê didin sekinandin. Bayik, nêzîkbûna dewlet û hikumeta Tirkiyeyê ya di vê pêvajoyê de wekî sebebên vê biryarê nîşan da. Li gorî nûçeyeke di ANF’ê de hat weşandin de, hevserokê …
Bêtir »Li Venetoyê tevgera serxwebûnxwaz çalak dibe
Meclîsa Herêma Xweser a Venetoya li Îtalyayê biryar da ku bi armanca referandûma li ser serxwebûna herêmê biryarê bide, di 17’yê Îlonê de dengdayinekê li dar bixe. Heta niha ji % 10’ê şaredariyên li herêmê piştevaniya xwe ya ji bo referandûmê anîne ziman. Rêxistinên serxwebûnxwaz ên li Venetoyê li ser …
Bêtir »Spanya mafê biryardayina şaredariyê qebûl nekir
Hikumeta Spanyayê daxwaza şaredariya Kuartongayê ya ji bo lidarxistina dengdayina di warê biryardayina frackingê de red kir. Hikumetê di diyarkirina sebebên ji bo biryara xwe de got ku mijara frackingê dikeve nava besatiyên wê û mafê welatiyan tune ye di vî warî de biryarê bidin. Hikumeta Mariano Rajoy a muhafazakar, …
Bêtir »Bernameya serxwebûnê ya hikumeta Skotlandê
Serokwezîrê Skotlandê Alex Salmond, di dema pêşkêşkirina bernameya xwe ya îsal a li Parlamentoya Skotlandê de, da xuyakirin ku divê Skotland bibe serbixwe. Serokê Partiya Neteweperest a Skotlandê (SNP) Salmond, li pêşiya parlamenterên skotî got ku “tiştê herî baş a ji bo herkesî ew e ku biryarê di derbarê pêşeroja …
Bêtir »AA dest bi weşana kurdî ki
Ajansa Anatolyayê ku di cîhanê de yek ji ajansên herî mezin e û girêdayî dewletê ye, dest bi weşana kurdî kir. Weşanên kurdî bi zaravayên kurdî kurmancî û soranî 1’ê Rezberê dest pê kir. Bi ve gavê, piştî tirkî, îngilîzî, erebî, BHS (boşnakî, hirwatî, sirbî) û rusî kurdî bû zimanê …
Bêtir »Li Romanyayê pêvajoya damezrandina herêman
Romanya di salên dawiyê de di sîstema xwe ya terîtoryal de reformeke mezin çêkir û 41 wîlayetên xwe di bin 8 herêman ku nû damezrandi bû de kom kir. Li ser vê mijarê, li welat armanca hikumetê û aliyên erênî û neyênî yên ji bo vê guherînê tê nîqaşkirin. Romanya …
Bêtir »Înfowelat Bultena Tîrmehê
Welatiyên Triesteyê daxwaza statuya kevn dikin
Komeke welatî bi armanca carekê din Trieste statuya ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn bidest xistibû lê bê vegerandin, ketine navê tevgerê. Li gorî wan, heta bajarê Triesteyê ji Îtalyayê veneqete, ew ê nikaribe bigihîje dema xwe ya xweş a demên borî. Çîroka Triesteya azad bi peymana aştiyê ya li …
Bêtir »Îrlandaya Bakur heyeta Başûrê Kurdistanê pêşwazî kir
Delegasyoneke Hikumeta Herêmî ya Kurdistanê (HHK) bi armanca pêşdebirina peymana hevkariyê ya di navbera her du aliyan de, çû serdana Îrlandaya Bakur. Delegasyona di bin rêberiya Berpirsê Depatmana Têkiliyên Derve Felah Mistefa’de, di 27’Tebaxê de li Belfastê ji aliyê Wezîra Bazirganiyê ya Îrlandaya Bakur ve Arlen Foster ve hat pêşwazîkirin. …
Bêtir »Li Qoserê çalakiya perwerdeya zimanê dayikê
Li navçeya Qoserê ya girêdayî Mêrdînê, bi armanca qebûlkirina mafê perwerdeya bi zimanê dayikê û rakirina “Sonda Neteweyî” ya li dibistanan, daxwazname hatin dayîn. Di çalakiya ku ji aliyê şaxa Qoserê ya KURDÎ-DER’ê hatibû lidarxistin de, bi daxwaza qebûlkirina mafê zimanê dayikê û rakirina “Sonda Neteweyî” ya li dibistanan daxwazname …
Bêtir »Sardînya dixwaze zimanê xwe bike fermî
Konseya Herêmî ya Sardînyayê ji Îtalyayê daxwaz kir ku zimanê sardînî ligel zimanê îtalyanî li Sardînyayê bibe fermî. Konseyê, pêşniyaza ji bo vê armancê hatibû amadekirin qebûl kir ku tê de ji bilî sardînî, daxwaza fermîbûna zimanên din ên li giravê jî dihat kirin. Partiya Çalakiyê ya Sardînyayê (PSd’Az) di …
Bêtir »Li Washingtonê bîranîna Martin Luther King
Piştî ku 50 sal di ser axaftina navdar a aktîvîstê reşik Martin Luther King derbas bû, şopgerên wî îsal carekê din wî bibîr anîn. Roja 28’ê Tebaxê bi dehezaran kes bi armanca bîranîna lîderê reşikan King û meşa reşikên amerîkî ya bi navê Meşa ber bi Washingtonê de ku di …
Bêtir »Manchestera Pirzimanî
Li gorî lêkolîneke dawî, vî bajarê îngilîz, ji aliyê cureyên herî zêde yên ziman ên ku ji aliyê rêjeya nifûsê tê bikaranîn ve metropolê yekemîn ê li Cîhanê ye. Ev alav dikare bibe sebeba ji bo jinûvezayina herêmê ku dî wextekî de paşdeçûna endustriya brîtanî sembolîze dikir? Manchester, bi nifûsa …
Bêtir »4’emîn Konferansa Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdî bi dawî bû
4’emîn Konferansa Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdî ku bi slogana “Azadiya Ziman di Çareseriya Neteweya Demokratîk di” 24’ê Tebaxê li Amedê dest pê kiribû, bi dawî bû. Di encamneyê de ji mamoste, xwendekar û gel hat xwestin ku bi riya axaftina kurdî dest bi bêîteatiya sivîl bikin û ji saziyên …
Bêtir »Serwîsa Baskî ya Şaredariyê kursan dide
Di van salên dawiyê de Serwîsa Baskî ya Şaredariyê bi alîkariya komele û federasyonên kar ên li bajarê San Sebastîanê kursên zimanê baskî li dar dixe. Heta niha di van kursan de bi sedan kesên dilxwaz hatine perwerdekirin. Berpirsê Baskî û Çandê ya Rêvebiriya Şaredariyê Nerea Txapartegi diyar dike ku …
Bêtir »FARC “navberekê” da hevdîtinên aştiyê
Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) da xuyakirin ku ew ê navberekê bide hevdîtinên pêvajoya çareseriyê ya bi hikumeta Kolombiyayê re. Di daxuyaniyê de pêşniyaza damezrandina Meclîsa Neteweyî ya Damezrîner ji nû ve hat kirin. Rêxistinê, di 22’ê Tebaxê de diyar kir ku ji bo analîzkirina pêşniyaza referandûmê ya …
Bêtir »Li Baskê meşa ji bo “mafê biryardayinê”
Li bajarê Bîlbaoyê ya li Herêma Xweser a Baskê, ji bo mafê biryardayinê û çewsandinên Madrîdê meşekê hat li dar xistin. Li derdora hezar kesi beşdarê meşa ku ji aliyê rêxistina EH Bildu hatibû organîzekirin, bûn. Meşa di bin slogana “Ji ber dijwariyan, Welatê Bask dimeşe” di 22’yê Tebaxê de …
Bêtir »