Hiqûqnasên Amedê serî li UNESCO’yê dan

 

Ji bo parastina bedenên Amedê, avahiyên li nava Sûran û bidawîkirina êrîşên li dijî gel, serî li Serokatiya Saziya Çand, Zanistî û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) hat dayîn.

Serlêdan li ser navê Desteya Rêveber a Baroya Amedê ji aliyê Alîkarê Serokê Baroyê Ahmet Ozmen û li ser navê Desteya Rêveber a Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê ji aliyê Hevserokan Serhat Eren û Gulşen Ozbek ve hat kirin.

Di daxwaznameya serlêdanê de, ku bi wêne û dîmenan hat pêşkêşkirin, bal hat kişandin ser biryarên qedexeya derketina derve yên ji 06.09.2015’an û vir ve bi navberdayînê tên îlankirin û hat ragihandin, ku bedenên dîrokî yên Amedê, tevî bi dehan mizgeft, dêr, medrese û avahiyên karwanan ên dîrokî, bûne hedefa çekên giran ên êrîşên hewayî û bejahî.

baro_amed

Di serlêdanê de hat ragihandin, ku Minareya Çarling ji ber gulereşandinê zerareke mezin dît, ji ber bikaranîna guleyên şewatê agir bi Hemama Paşa ketiye, her wiha ji ber şewata li Mizgefta Kûrşûnlû derket, zerareke mezin rû daye.

Hiqûqnasan dan zanîn ku Dêra Ermeniyan, Dêra Sûrp Giragos jî ji ber guleyan zerar dîtine.

Di daxwaznameyê de hat bibîrxistin, ku di 4’ê Tîrmeha 2015’an de Bedenên Amedê û Dehlên Hewselê weke Mîrateya Cîhanê ji aliyê UNESCO ve hatiye îlankirin û ji bo parastina van mîrateyên mirovahiyê banga xwedîderketinê hat kirin.

Jêder: ANF – Baroya Amedê

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Meclîsa Nûneran a Amerîka di hewldana naskirina jenosida Êzdiyan de ye

  Lijneya karûbarê derve ya Encûmena Nûnerên Amerîka bi yek deng, pirose yasaya di derbarê …