Polîtîkaya gelên aborîcîn û Girava Tengava Torresê

 

Ji bo bi dehezaran salan gelê aborîcîn û Girava Tengava Torresê yê vê parzemînê û giravên wê ekosîstemên cihêreng parastine, ziman û çandên kompleks pêşxistine û di navbera xwe û kesên ji derve hatine bazirganiyê kirine.

Di nava 200 salên ku kurt dikare bê dîtin ku dema destpêka kolonîzasyona ewropiyan bûye, şêniyên ewilî yên vir rastî dijwariyên mezin hatin: Ew niha di navbera gelên herî xizan, herî zêde dikevin girtîgehan ên welatê ku navê Awistralya lê hatiye kirine.

Ew ji awistralyayiyên din zûtir dimirin.

Gelek ji wan zimanên xwe winda dikin û zimanên ku hîn tên axaftin bi xetereyeke giran re rû bi rû mane.

Kampanya

Digel vê jî, gelên Girava Tengava Torresê hîn xwedî sekneke xurt in û pêşengiya gelek kampanyayên ji bo edaleta civakî û hawîrdorê dikin.

Li Erdên Bakur, têkoşîna li dijî sergoyên nukleer a li Muckatyê ku bi salane dom dikir, sala borî serkeftinê bi dest xist.

Li Sydneyê aborîcîn daxwaza xwe ya ji bo xaniyên guncan dan qebûlkirin.

Li Rojavayê Awistralyayê çalakgerên aborîcîn di têkoşîna ji bo parastina Walmadan/James Price Point a li herêma Kimberleyê ya li dijî projeyeke gazê serkeftineke qismî bi dest xistin.

p5_sa-aboriginal-land

Êrîş

Lê Gelên Ewilî yên vê parzemînê hîn bi êrîşên bê navber û cudaxwaziya dewlet û rêvebiriyên federal tên.

Li Awistralyaya Rojava civakên dûrî navendan ji bo siberojeke bi ewle ya li ser erdên xwe, li dijî planên hikumetê ên betalkirina xizmeta ji hin civakan re têkoşînê dikin.

Li Rojavayê Sydneyê ku ciyê ku herî zêde gelên aborîcîn li dijîn, Navenda Tibê ya Aborîcîn ji ber qutkirina fonên federal hat girtin.

Rêjeya veqetîna ji malbatê ya zarokên welatiyên Girava Tengava Torresê niha ji berê bilindtir e.

Aborîcîn û welatiyên Girava Tengava Torresê ji gelên xwecî yên din 15 car zêdetir dikevin girtîgehan.

Guherîna civakî

Îtifaqa Sosyalîst bawer dike ku aborîcîn û gelên Girava Tengava Torresê divê di van qadan de li pêş bin: zanîna wan a ekolojiyê û pratîka wan a bikaranîna erdan dikare di şerê li dijî guherîna îklîmê de roleke mezin bilîze. Ziman û çandên wan –di nava yên herî kevn ên cîhanê de ne- dikare kelepûra zimanî û çandî ya Awistralyayê zengîntir bike.

Polîtîka

Ji ber van sebeban, Îtîfaqa Sosyalîst van nuqteyan diparêze:

  • Mafên erdan ên tam ku di nava wan de vetoyên di warê karên madenan û meşandina vekolîna vî karî jî heye. Mafên erdan tê wateya bidawîkirina sîstema 99 salan a kontratên kirê û pêkanîna çavkaniyên guncan ên ji bo mirov di nava civakên xwe de bijîn.
  • Fînansekirina tam a xizmetên tenduristiyên yên aborîcîn ên di dibin kontrola aborîcîn de.
  • Zêdekirina fînansekirina bernameyên ziman û çandê, li ciyên pêkan be destekirina perwerdeya duzimanî an li dibistanan fêrkirina zimanên gelên aborîcîn û Girava Tengava Torresê.

Self-determînasyon

Valahiya di navbera encamên tenduristiyê, kar û perwerdeyê ya di navbera gelên aborîcîn û Girava Tengava Torresê û awistralyayiyên din, bi tenê dikare bi bername û polîtîkayê ku destekê dide self-determînasyona aborîcîn ji holê rakirin.

Ji ber bêedaletiyên giran û pêdiviya guherînên ji bo telafîkirina wan, bi tenê naskirina Gelên Ewilî ji aliyê Destûra Bingehîn ve têr xuya nake.

Destûra Bingehîn divê serdestiya gelên aborîcîn û Girava Tengava Torresê qebûl bike lê divê di heman demê de peymanên bi wan re hatine kirin bibin nuqteya navendî ya destûra bingehîn.

Self-determînasyona rastîn pêdiviyê bi guherînên radîkal ên di helwestên ku piranî xisarê dide Gelên Ewilî de dibîne. Gelên aborîcîn û Girava Tengava Torresê divê pêşengiya vê guherînê bikin.

————

Vê nivîsê di derbarê polîtîkayên Îtîfaqa Sosyalîst a ji bo hilbijartinên federal a Awistralyayê de ye. Nivîs ji Green Leftê hatiye wergerandin û kurtkirin.

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …