RAI cî nade zimanên sardînî û frîûlî

 

 

Pêşnûmaqanûneke ji bo reformê ya li Îtalyayê, li dijî zimanên kêmar ên li hin herêman tê axaftin cudaxwaziyê dike. Li gorî vê reformê, wê weşanên RAI’yê (Radyo-Televîzyona Îtalyayê) ji bilî îtalî, bi tenê bi fransî, almanî û slovenî bên kirin.

Her sê zimanên wê weşan pê bê kirin zimanên fermî yên li dewletên cîran tên axaftin. Di pêşnûmaqanûnê de qala weşanên bi zimanên frîûlî, sardînî, katalanî û oksîtanî ku li herêmên cuda yên Îtalyayê ji aliyê bi sedhezaran kesan ve tên axaftin, nayê kirin.

Serokê wîlayeta Udineyê ya li herêma xweser Friulî Pietro Fontanini, ji ber ku rêzê ji mafên axêverên zimanê frîûlî re nagire, hikumeta Îtalyayê şermezar kir. Fontaini ji wekîlên parlamentoya herêmî ya li Frîûliyê daxwaz kir ku qanûneke ji bo parastina ziman amade bikin. Fontaini got ku eger ji vê pêvajoyê tiştekî neyê bidestxistini, ew ê meseleyê bibe saziyên Ewropayê û Dadgeha Destûra Bingehîn a Îtalyayê.

Enstîtuya Camillo Bellieni û Kordînasyona Xebatkarên Ziman û Çanda Sardînî jî ji bo vê hewldanê hikumetê sûcdar kirin. Li aliyekî din, wekîlê partiya Azadiya Ekolojiya Çep a li Sardînyayê Luciano Uras got ku welatiyê Sardînyayê doza wekheviya hemû zimanan kir ku diyar kir ku ew dixwazin “di nava kesên wekhev de bibin wekhev.

Înfowelat

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Sefîrên Çandî wê zimanê galî biparêzin

Hukumeta Galê bi mebesta teşwîqkirina axaftina ziman pengavekê da destpêkirin. Hukumetê dixwaze bi riya “sefîrên …