Encamên 1’ê Mijdarê cihekî berfireh di medyaya cîhanê de girt

 

 

 

Encamên hilbijartinê giştî yên 1’ê Mijdarê yên li Tirkiyeyê, di medya cîhanê de jî cihekî berfireh girt.

Organên medya biyanî yên girîng, encama ku AKP’ê bi dest xist weke ‘serketina nedihat hêvîkirin’ şîrove kirin. Ji bo pêvajoya piştî hilbijartinê jî hat destnîşankirin, ku berevajî îdîaya ‘îstiqrarê’ wê wêneyekî Tirkiyeyê yê ji tirs û endîşeyê derkeve holê.

Yek ji girîngtirîn rojnameyên Brîtanyayê The Gûardîna di şîroveya xwe ya li ser hilbijartinê de serenavê “Dibe ku Tirk ji bo îstiqrara ku Erdogan soza wê dide, berdêlên giran bide” bi kar anî. Di gotara bi îmzeya Sîmon Tîsdall de diyar kri ku Erdogan di hilbijartinê de qumara herî mezin a jiyana xwe ya siyasî lîstiye û bi ser ketiye. Tîsdall ev nirxandin kir: “Lê belê, ji bo Tirk xwe bigihînin îstiqara ku Erdogan û AKP’ê di berdêla erka tam de soza wê dan, gelek berdêlên giran bidin. Peyama nexweş a Erdogan xwe dispart cihêkarî û tirsê. Xwe dispart tirsa ji cîranan, ji Kurdan, ji biyaniyan, ji penaberan, ji Amerîkiyan, ji Yekîtiya Ewropa ji mirovan bi xwe.”

Rojnameya Telegraph jî di nivîsa xwe de ragihand ku partiya li desthilatdariyê di hilbijartinên roja Yekşemê de bi serketineke nedihat hêvîkirin re piraniya endamên parlamentê bi dest xist. Ev serketin wê hêza Tayyîp Erdogan zexm bik û tirsa li ser otorîterbûyîna welêt zêde bike.”

Telegraph diyar kir ku derbasbûna HDP’ê ji bendê, hem yên li hundir hem jî li derve ‘rehet’ kiriye û da zanîn ku anketan nikarîne encamên hilbijartinê tespît bikin.

BBC News jî di nûçeya xwe ya li ser encaman de da xuyakirin, ku tevî serketina bi dest xistiye jî nepêkane ku AKP cihêkariya li welêt derketiye holê çareser bike. BBC News bal kişand ser şert û mercên bê ewle yên pêkhatina hilbijartinê.

Rojnameya Independent jî di nivîsa xwe re ragihand ku kêmbûna dengên HDP’ê nedihat payîn û diyar kir ku CHP tevî ku rêjeya dengê xwe parastiye jî, ji AKP’ê re nebûye alternatîf.

Şîroveyeke din a li ser encamên hilbijartinê ji Time hat. Rojnameyê ji bo encaman got, ‘serketina nedihat hêvîkirin’.

REUTERS’ê ji bo serenavê nûçeya xwe ya li ser mijarê ‘Tirkiye li yek partiyê vedigere’ bi kar anî û destnîşan kir ku encamên hilbijartinê wê Erdogan xurt bike, lê belê ji hev cihêbûna li welêt wê dijwartir bike.

CNN jî da zanîn ku AKP bi van encaman re wê careke din biceribîne ku derbasî sîstema serokatiyê bibe.

Jêder: PUKmedia-ANF

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …