Tatarên Kirimê banga xweseriyê kirin

 

 

Tatarên Kirimê ku herêmeke Ûkraynayê bû û niha tevlî Federasyona Ûkraynayê bûye, bang li cîhanê kirin ku mafên wan ên diyarkirina qederê bê naskirin. Qurultaya Gelê Tatar ê Kirimê di civîna xwe ya di 29’ê Adarê ya li Bahçesarayê de biryara Meşandina Mafê Diyarkirina Qederê ya ji aliyê Gelê Tatar ê Kirimê ya li Erdên  Wan ên Dîrokî girt.

Qurultay di heman demê de bang li Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekitiya Ewropayê (YE), Rêxistina Ewlekarî û Hevkariyê ya Ewropayê (REHE), Konseya Ewropayê (KE), Rêxistina Hevkariya Îslamî (RHÎ) û dewlet û parlamentoyên welatên cîhanê kir ku ji bo bikaranîna mafê diyarkirina qederê destekê bide wan.

Di Qurultayê de ji 212 delegeyên endam 207 kes di lehê biryarê de dengên xwe bi kar anîn. Qurultaya tataran di biryarên hatin girtin de diyar kirin ku wê biryaran li ser bingeha Peymana NY’ê ya 1960’an, Konvansiyona Navneteweyî ya Mafên Aborî, Civakî û Çandî ya NY’yê ya 1966’an û Deklerasyona Prensîbên Hiqûqa Navneteweyî yên di Derbarê Têkiliyên Dostanî û Hevkariyê yên di Navbera Dewletan de ya NY’yê ku di 1970’yan de hatiye qebûlkirin, amade kiriye.

download

Bi taybetî biryarên hatin girtin xwe spartin van xalên Deklerasyona NY’yê ya Mafên Gelên Xwecî ya 2007’an:

a)      Mafê gelê xwecî yê ji bo diyarkirina qederê (xal 3),

b)      Mafê gelê xwecî yê ji bo xweserî û xwe-rêvebirinê (xal 4),

c)       Mafê domandin û xurtkirina saziyên xwe yên xwerû yên siyasî, hiqûqî, aborî û çandî û di heman demê de li ser daxwaza gel, xwedîbûna mafê beşdariya tam a jiyana siyasî, aborî, civakî û çandî ya dewletê (xal 5),

d)      Heta ku ji aliyê berjewendiyên civakî neyê erêkirin an bi awayekî azad neyê qebûlkirin  çalakiyên leşkerî li ser erdên gelên xwecî nekare bê kirin (xal 30),

e)      Mafê gihîştin û girtina biryaran bi riya prosedurên adil ên ji bo çareserkirina pevçûn û nelihevkirinên di navbera dewlet û aliyên din de (xal 40).

Biryarên Qurultayê

  1. Destpêkirina prosedûrên polîtîk û hiqûqî yên ji bo damezrandina (restorekirina) xweriya terîtoryal a neteweyî ya ji bo gelê tatar ê Kirimê ya li ser erdên wan ên dîrokî îlan dike.
  1. Meclîsa Gelê Tatar ê li Kirimê peywirdar dike ku bi armanca pêkanîna mafên gelê tatar ê Kirimê ya ji bo diyarkirina qederê di forma xweseriya terîtoryal a neteweyî ya li ser erdên wan ên dîrokî (Kirim), di warê hemû mijarên eleqeder de bi rêxistinên navneteweyî yên wekî NY, KE, YE, REHE, RHI û parlamento û hikumetan re têkiliyan çêbike.

 

Çavkanî: Unpo.org

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …