Rojnamevanê Baskî: Rapora li ser Rojava ji rastiyê dûr e

 

 

Rojnamevanê ji herêma Xweser a Baskê ya Spanyayê Karlos Zurutuza , destnîşan kir ku rapora Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas a li ser Rojava amade kiriye û îdîa dike ku mafê rojnamevanan tê binpêkirin, ji rastiyê dûr e. Zurutuza bal kişand ku wî bi xwe jî li herêmê kar kiriye, herwiha kesên rapor amadekirine jî li herêmê wekû mixalif kar dikin û pirsa, “ger ku astengî hebe, çawa dikarin li wir bixebitin û raporekê amade bikin?” pirsî.

Karlos Zurutuza, têkildarî rapora ku di 1’ê Gulanê de hatibû weşandin de, nêrîn û çavdêriyên xwe ji çapemeniyê re şandin. Zurutuza, bi gotina “Min rapora Rojnamevanên Sînornenas a ku di derbarê binpêkirina mafên hevalên me yên rojnamevan ên li bakûrê Suriyeyê yê  di 1’ê gulanê hatibû weşandin xwend. Ez hîs dikim ku erka min a exlaqî û meslekî ye ku li ser vê mijarê nêrînên bînim ziman” dest bi nirxandinên xwe kirin.

Nirxandinên Tuza wiha ne:

“Destpêkê ez nikarin piştrast bikim ka ev rapor rast e yan derew e. Lê dixwazim bêjim ku li ku derê be bila bibe, ez li dijî hemû rengên binpêkirina mafên hevalên me yên rojnamevan im. Tevî vê yekê, ez dibêjim ku rêxistinek resen û xwedî çavkanî ya wekî Rêxistina Rojnamevanên Sînonenas pêwîst bû beriya ku raporek wiha biweşîne, divê agahî û çavkaniyên xwe piştrast bike.

reporters without borders

Dema min ev rapor dît, ez şok mam. Ji ber ku tecrubeya min a rojnamevaniyê ya li wê herêmê nîşan dide ku ev rapor nerast e. Heta niha ez 6 caran çûme herêma ku di bin kontrola kurdan de ye. Çûna yekemîn beriya şer bû, her 5 carên din piştî meha Tîrmehê ya sala 2012’an bûn. Min rapora xwe ya di derbarê rewşa wir de di dawiya meha Nîsanê de weşand.

Dema ez li herêma Cizîrê ya bakûrê Suriyeyê bûm, min di hevdîtinên xwe yên bi pêkhateyan û welatiyan re de tu zehmetî nedîtin û bi awayekî azad xebata xwe meşand. Ev jî nakokiya di rapora rojnamevanên sînornenas de nîşan dide.

Beriya ku kesek min bi alîgiriya cihekî siyasî tawanbar bike, dixwazim eşkere bikim ku min ji Hevserokê PYD’ê Salih Muslim xwestibû ku di derbarê îdîayên binpêkirinên mafan ên li hemberî endamên opozîsyonê û têkiliyên wan ên bi rejîmê re de agahî bide. Min ev agahî di meha tebaxa 2012’an de xwestibûn.

Di heman demê de min raporek li ser kar û xebatên siyasî yên li herêmê amade kiribû. Mînak min li ser bîrên neftê yên li herêma Rimêlanê raporek amade kiribû. Ez naxwazim hîn zêdetir xwendevanan li ser mijara rojnamevaniya min a serbixwe û minakan aciz bikim.

Eger ku em careke din li rapora rojnamevanên sînornenas vegerin, dema min dît ku ev rapor rojnamevan Mesut Hamid amade kiriye, ez gelekî matmayî mam. Min û birêz Hamid di payîza borî de bi hevre li Cizîrê kar dikir. Têkiliyên wî bi serokên partiyên kurd re hebûn û alîkariya min kir ku ez xwe bigihînim berdevkê YPG’ê Rêdûr Xelîl. Her wiha ez bi riya wî giham Serokê Partiya Yekîtî Îbrahîm Biro jî.

Mesûd Hamid midûrê rojnameyek herêmî ya li Qamişlo ye û ew rojname muxalefetiya PYD’ê dike.

Di vê rewşê de pirsa ku divê bê pirsîn ev e, “eger ku rewş wekî di raporê de hatiye gotin be, Mesûd Hamid çawa dikare bi rojnamevanên biyanî vê raporê amade bike?”

Di serdana min a dawî ya meha Nîsanê ya ji bo Cizîrê de, ez bi Yekîtiya Ragihandina Azad re ketim têkiliyê. Ev yekîtî çavdêriya saziyên çapemeniyê yên herêmê dike. Wê rêxistinê diyar kir ku dema ez bixwazim wê heta dawiyê alîkarî bikin. Min dema xwe piranî li paytexta Cizîrê di nava hevalên xwe yên herêmê ku piraniya wan alîgirên PDK’ê bûn de derbas kir. Wan hevalên min tu caran aciziya xwe ji yekîtiya ragihandinê re neanî ziman.

Ez bi Mesûd Hamid an jî Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas re şer nakim, lê wekî min di destpêka nameya xwe de jî got, ez van nakokiyên di rapora wan de, ji wan re dihêlim.

Em li bendê ne ku di derbarê vê raporê de zelaliyek bê nîşandan, lê dîsa ez tecrubeya xwe bi we re parve dikim. Ez hêvîdarim ku hemû rojnamevanên li herêmê kar dikin û bi taybetî yên ku têkiliya wan bi vê raporê re heye, çîroka xwe vebêjin da ku rastî derkeve holê.

Çavkanî: Pydrojava.com

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …