Home / Tag Archives: mafê diyarkirina qederê

Tag Archives: mafê diyarkirina qederê

Li Baskê “dema biryardayinê dest pê kir”

    Îro li seranserê Welatê Bask meşên girseyî yên ji bo destekdayina diyarkirina mafên qederê hatin lidarxistin. Bi taybetî li bajarê Baiona ya li başûrêrojavayê Fransayê, li Bilbao, Donostia û Vitoria-Gasteiz ên li Herêma Xweser a Baskê û li Pamplonayê ku paytexta Herêma Xweser a Navarrayê ye bi deh …

Read More »

Li Baskê çalakiya mezin a ji bo mafê biryardayinê

    Li Welatê Bask bi armanca xurtkirina doza diyarkirina qederê çalakiya zincîreke ji mirovan a ku dirêjahiya wê 123 km bû, hat lidarxistin. Ji 150,000’an zêdetir welatiyên alîgirê bikaranîna mafê biryardayina ji bo qederêb(self-determînasyon) beşdarê çalakiyê bûn. Çalakiya zincîra ji mirovan ku bi mehane amadekariya wê ji aliyê însîyatîfa …

Read More »

Bihêlin bila Somalîland ji bo qedera xwe biryarê bide

    Li herêma guherînbar a rojhilatê Afrîkayê bûyera serfiraziyê ya herî girîng û kêm li ser hatiye sekinandin a bîst salên dawiyê pêkhatina Somalîlandê ye. Somalîland ku li bakurê Somaliyê cî digire, cara pêşiyê di 1991’an de, piştî hilweşîna hikumeta leşkerî ya Sîad Barre serxwebûna xwe îlan kir. Paşê, …

Read More »

Papûaya Rojava dixwaze qedera xwe diyar bike

    Parazvanên mafê diyarkirina qederê ya Papûaya Rojava ji Komîteya Dekolonîzasyonê ya NY’ê daxwaz kirin ku welatê wan têxe lîsteya koloniyan a komîteyê. Heman derdor bang li komîteyê kir ku ji bo dîtina rewşa li Papûaya Rojava heyetekê bişîne. Endamê Komeleya Papûaya Rojava ya Awistralyayê Joe Collins da xuyakirin …

Read More »

Katalonya û Welatê Bask li dijî Hikumeta Spanyol dibin yek

    Serokê Baskê Inigo Urkullu û serokê Katalonyayê Artur Mas bi daxuyaniyeke hevbeş a ku di 2’yê Gulanê weşandin de, “stratejiya jinûvenavendîkirina” hikumeta spanyol a li dijî plana diyarkirina qederê ya her du herêman û pêvajoya aştiyê ya li Baskê rexne kirin. Her du serok di civîna xwe ya …

Read More »

Kirim, Nagorno-Karabag û mafê diyarkirina qederê

    Hrant Apovian   “Kirim li welatê xwe vegeriya.” “Ew dewleteke serdest û serbixwe ye.” -Serokê Rûsyayê Wladîmîr Pûtîn Nagorno-Karabag jî wê li welatê xwe vegere. Ew ji niha ve dewleteke serdest û serbixwe ye. Gelê wê piştî deh salên ku bi qirkirinan û koletiya di bin îktîdara azerî …

Read More »

Civîna Hevgirtina Azad a Ewropî a li Galîsyayê

      Asambleya Giştî ya Hevgirtina Azad a Ewropî (EFA) li paytexta Santîago de Compostela ya Herêma Xweser a Galîsyayê ku li ser Spanyayê ye, hat lidarxistin. Ji Galîsyayê BNG (Bloka Neteweperest a Galîs), ji Katalonyayê ERC (Çepê Komarger a Katalonyayê), ji Skotlandê SNP (Partiya Neteweperest a Skotlandê) û …

Read More »

Quebecê careke din mafê diyarkirina qederê bi bîr anî

Parlamentoya Neteweyî ya Qubecê bi pêşniyaznameyekê ji hikumeta Kanadayê xwest ku rêzê ji mafê diyarkirina qederê ya vî welatê ku piranî fransewî lê tê axaftin, bigire. Pêşniyaznameya ku di 22’yê Cotmehê de di Parlamentoyê de dengdayina wê hat kirin, bi dengên hemû parlementerên Quebecê yên ji hemû partiyan hat qebûlkirin. …

Read More »