Poloniyên li Ûkraynayê daxwaza xweseriyê dikin

 

 

Pêvajoya nîqaşên federalbûna Ûkraynayê bandorê li ser kêmara polonî ya li vî welatî dijîn kir. Daxwazên xweseriyeke berfireh û statuyeke fermî ya ji bo zimanê polonî di nava rûniştvanên bajarê Jîtomîrê de destekê dibîne.

Bi minasebeta 25’emîn salvegera rêxistina Yekitiya Polonî, li Jitomirê civîna polonî-ûkraynayî hat li dar xistin. Nûnerên Wezareta Derve ya Polonyayê û bi sedan aktîvîstên polonî yên ji bajarê Jitomir û Lublinê ku her du jî li rojavayê Ûkraynayê ne, beşdarê civînê bûn.

Serokê Rêvebiriya Herêmî ya Jitomirê Sidor Kyzin di axaftina xwe ya di vê civînê de got ku niha li rojhilatê Ûkraynayê bi daxwaza welatiyan dewleteke nû ava dibe ku ev jî dikare ji bo pêvajoya diyarkirina qederê bibe modelek û bandorê li vejîna nasnameya polonî ya li rojavayê Ûkraynayê bike. Kyzin got ku poloniyên Jitomirê “di demeke xerab re derbas dibin, rastî zilma otorîteyên ûkraynayî tên” lê “niha şensê îfadekirina nasnameya xwe ya di nava xweseriyê de zeft kirine.” Piştî civînê beşdar belgeyeke ku daxwazên poloniyên li vê herêmê tê de hatibûn nivîsandin amade kirin û wê ji hikumeta Kiewê re şandin.

Kêmara polonî ya li Jitomirê di demên dawî de di warê xweserî û parastina ziman de daxwazên xwe pêşkêşî hikumeta Ûkraynayê dike. Hêmanên sereke yên van daxwazan ji xweriya ji bo herêmê, li herêmê fermîbûna zimanê polonî ligel zimanê ûkraynî, vekirina pêşdibistan, dibistanên seretayî û yên fermî ku bi zimanê polonî perwerde lê tê kirin, weşana bi polonî ya di bernameyên televîzyonên herêmî de, binavkirina kolanan bi zimanê polonî û vekirina Departmana Xebatên Polonî ya di bin banê Zanîngeha Jitomirê de ku wê xwendekarên ziman û wêjeya polonî perwerde bike.

zhytomyr_41361

Di demên dawî de hikumeta Warşovayê di warê meseleya poloniyên li Ûkraynayê helwesteke aktîf pejirandiye û di vê çarçoveyê de destekê dide daxwazên kêmara polonî ya li Ûkraynayê. Lê bi taybetî neteweperestên li Polonyayê vê meseleyê dixin rojeva Polonyayê. Kurtedemek berê partiya netewerest a radîkal Ruch Narodowy tevlî partiya macar a bi navê Jobbik daxuyaniyeke hevbeş ku tê de daxwaza xweseriya polonî û macarên li ser erda Ûkraynayê dijiyan dihat kirin, dan.

Erdên berfireh ên li rojavayê Ûkraynayê di dîrokê de demeke dirêj di destê dewleta Polonyayê de maye. Niha li ser van erdan nifûsa poloniyan li gorî daneyên fermî qasî 144,000’î ye (li gorî serjimara 2001’ê)

Çavkanî: Ru-facts.com / Voiceofrussia.com/

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …