Modela îmersiyonê ya katalan di xetereyê de ye

 

 

Dadgeha Bilind a Edaletê ya Katalonyayê di lehê bikaranîna zimane spanyolî ya di perwerdeya li pênc dibistanên Katalonyayê de biryarekê girt. Dadgehê bi biryara xwe ferz kir ku divê herî kêm % 25’ê dersên li van dibistanan bi zimanê spanyolî be û vê biryarê di nava mehekê de bê meşandin.

Dadgeha bilind li ser daxwazên dê û bavên xwendekarên spanyolîaxêf ên li pênc dibistanên li Barselona û Sabadellê vê biryarê girt. Dadgehê biryara xwe spart biryarên berê yên di derbarê zimanên perwerdeyê yên li Katalonyayê ku ji aliyê wê û Dadgeha Destûra Bingehîn a Spanyayê ve hatibûn girtin.

Di biryara dadgehê de hat diyarkirin ku “mafê bingehîn ê perwerdeyê ti mafê hilbijartina perwererdeyê ya bi tenê bi zimanekî fermî garantî nake.” Dadgehê di biryara xwe de îhtîrazên Hikumeta Katalan Generalîtatê û dibistanên taybet ên li Katalonyayê red kir û destnîşan kir ku vê biryarê ne Statuya katalan ne jî Qanûna Perwerdeyê ya Katalonyayê ku katalanî wekî zimanê perwerdeyê diyar dike, qels dike. Ji bo destekirina nêrîna xwe, dadgeh mînaka bikaranîna ziman a li hin kolejên li Katalonyayê ku perwerdeyê de % 50 katalanî û % 50 spanyolî tê bi kar anîn, da.  Lê dadgeh daxwaza di perwerdeyê de bikaranîna wekhev a her du zimanan jî red kir û got ku “katalanî divê wekî zimanê yekemîn ê sîstema perwerdeyê bê dîtin.”

Modela îmersiyonê ya li Katalonyayê

Hikumeta Katalan di 1983’an de biryar girt ku wekî li eyaleta fransîaxêf Quebecê ya li Kanadayê modela îmersiyonê bimeşîne. Di çarçoveya vê modelê de hemû xwendekarên zarok di salên ewilî yên perwerdeyê de bi zimanê katalanî tên perwerdekirin. Spanyolî di temênê 5 an 8’an de gav bi gav dikeve nava sîstema perwerdeyê.  Di vê modelê de katalanî di dibistanên seretayî û yên navîn de wekî zimanê navgîn tê bi kar anîn û zarok spanyolî bi tenê wekî dersekê fêr dibin.

Bi biryarên ku ji aliyê dadgehên curbecur ve di van du mehên dawî de hatin girtin xetereya li dijî modela îmersiyonê xist rojevê. Cara yekemîn Dadgeha Destûra Bingehîn di Tîrmeha 2013’an de diyar kiribû ku divê spanyolî jî wekî katalanî bibe zimanê navgîn ê sîstema perwerdeya li Katalonyayê û ji Departmana Perwerdeya Katalonyayê daxwaz kiribû ku di nava 60 rojan de ji bo meşandina vê biryarê çi pêwîst be bike. Di Qanûna 2013’an de heman dadgeh carekê din biryar girtibû û eşkere kiribû ku divê spanyolî bi tenê wekî dersekê li Katalonyayê neyê fêrkirin.

Çavkanî: Elpais.es

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê derket

Pirtûkeke li ser stranên kurdî yên gîtarê êdî online dikare bê peydekirin. Di berhemê de …