Li Nisêbînê xebatên kurdewar geş dibin

 

 

 

 

KURDÎ-DER’a Nisêbînê li hemberî polîtîkayên pişaftinê yên li ser kurdî xebatên xwe yên ziman pêş dixe. KURDÎ-DER ji bo welatî beşdarî xebatên ziman bibin xebatan bi awayekî pirhêlî didomîne

Li Kurdistanê bi îlankirina rêveberiyên cewherî re li gelek navçe û bajarên Kurdistanê jî KURDÎ-DER’ê lez da xebatên xwe. Li Nisêbîna Mêrdînê ku bajarekî kurdewar e, xebatên zimanê kurdî jî lê geş bûne û bi rêveberiyên cewherî re xebatên ziman lê zêde bûne. Her çiqas li Nisêbînê ji sedî 95 bi kurdî bê axaftin jî lê gel ji bo pêşxistina rêziman, nivîsandin û xwendina kurdî diçe KURDÎ- DER’ê û ji bo dersan bibîne serlêdanan dikin û beşdarî dersan dibe.

KURDÎ-DER’ê li navçeyê ji bo 7 salî heta 70 salî cur bi cur dersan dide û ji bo çar astan jî dersa kurdî ya rêzimanî tê dayîn. KURDÎ-DER’a Nisêbînê ji bilî dersên rêziman, dersên wekî wêjeya kurdî û cîhanê, dîrok, wênekêşî jî tê dayîn û her wiha mijara herî balkêş jî ew e ku komxebata xwendinê hatiye avakirin û bi beşdariya gelek nivîskar û xwendekaran tê lidarixistin.
Ji her beşên civakê welatî tên KURDÎ-DER’ê ders dibînin û li zimanê xwe xwedî derdikevin. Beşdariya herî zêde jî jin in û tevlîbûna jinan a dersan ji sedî 60 e. Gelek xwendekar ders dibînin û gelek welatî jî hêj tên ji bo dersan serlêdan dikin.

BERXWEDANA GEL

Xwendekar û mamosteyên KURDÎ-DER’ê der barê xebatên xwe de axivîn. Hevseroka  KURDÎ-DER’a Nisêbînê Mukades Akin diyar kir ku ew di rewşeke awarte de dijîn û her çiqas şer bandora xwe li ser karê perwerdehiya kurdî bike jî lê ew destûr nadin û bi berxwedana gel re hin bêtir lez dane xebatên xwe.

Akin da zanîn ku bi gel re xebatên ziman û hişmendiya kurdî didin meşandin û ew wekî jin jî xebata pêşxistina ziman li ser milê xwe karekî sereke dibînin. Akin anî ziman ku xebatên wan pir rengîn hene û beşdariya gelê Nisêbînê ya dersan wan kêfxweş dike.

 PÎVANÊN XWESERIYÊ
Hevserokê din ê  KURDÎ-DER’ê Hîkmet Acat jî destnîşan kir ku xebata wan ji salên bori baştir in û ji bo dersên wan serlêdan her ku diçe berdewam dikin û beşdariya dersan jî herî bêtir ciwan pêk tînin. Acat diyar kir ku ew di çarçoveya îlankirina rêveberiyên cewheri de xebatên ziman, wêje û dîrokê didin meşandin û li ser daxwazên gel û saziyan plansaziyên xwe çêdikin. Acat bi lêv kir ku dewletek ku dixwaze hebûna gelan û civakan ji holê rake bi polîtîkaya pişaftinê êrîş dike û pêwîst e li hemberî hemû polîtîkayên pişaftin û tunekirinê zarok û ciwan bên li zimanê xwe xwedî derbikevin.
Xwendekara bi navê Leyla Alper jî anî ziman ku ji bo ew rê û rêbazê ziman, dîrok û wêjeya xwe fêr bibe hatiye li KURDÎ-DER’ê dersan dibîne û wiha got: “Armanceke min din jî ew e ku zarokên li pey me bên em dîrok û zimanê xwe hînî wan bikin. Ez wekî jineke kurd dema bi dîrok û zimanê xwe nizanibim, kêmasiya herî mezin e. Ji bo kêmasiyan ji holê rakim ez têm li vir dersê dibînim. Piştî ez hatim saziyê şûn ve ez bêtir ferî zimanê xwe bûm.”

GIRÎNGIYA ZIMAN

Xwendekarê bi navê Mahsum Guneş jî destnîşan kir ku kesê ji zimanê kurdî qut bibe tê wateya ku ji dayika xwe qut dibe û got ku piştî ew hatiye KURDÎ-DER’ê tevli dersan bûye di aliyê ziman de gelek bi pêş ketiye. Guneş bang li hemû hevalê xwe û ciwanan kir ku bên tevli dersan bibin.

Jêder: Azadiya Welat

About infowelat.com

Check Also

1984 bi oksîtanî hate weşandin

Di vê romana dîstopyayê de rexneya rejîmên totalîter ên li cîhanê tê kirin. Di vê …