Kurdî jî di Google Wergerê de ye

 

Tora lêgerînê ya herî berfireh Google, tevî zimanê kurdî 13 zimanên din jî, ên ku li seranserê dinyayê ji wan zimanên ku herî zêde tên axavtin in, li ser “google translate / google werger”-ê zêde kirin.

Bi zêdekirana van 13 zimanan, hejmara tevahîya zimanên ku li hev tên wergerandin bûne 103. Di nav civaka kurd de, ev yek wek serketinek bêhempa hate nirxandin û kurd bi tevahî vê helwesta Google-ê pîroz kirin û spasîyên xwe hem ji Google-ê re, hem jî kesên ku ked û xebatên wan di vî karî de hene re diyar kirin.

Hêjayî gotinê ye ku berê du salan li ser malpera change.org-ê kampanîyayek di der barê vê mijarê de hatibû ava kirin û deha hezare kurd li gel îmzeyên xwe ji Google-ê xwestibûn ku zimanê kurdî jî cihê xwe ê mafdar di nav zimanên din ên dinyayê de bigire. Xeynî vê gelek çalakî û daxwaz hatin pêkanîn. Bandorek gelek xurt û kedek hêja vê serketinê derxiste meydanê. Û ew kampanîya jî, bi vê yekê bi ser ketin û gihîştin armancê.

Bêguman mamosteyên payebilind Erebê Şemo û Mîr Celadet Bedirxan û hemû kedkar û xebatkarên zimanê kurdî, û her wiha hemû lehengên ku ji bo vî zimanî têkoşîyane, îro di gorên xwe de bi wijdaneke rehet û serbilind radizên…

Jêder: Mezopotamya.gen.tr

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê derket

Pirtûkeke li ser stranên kurdî yên gîtarê êdî online dikare bê peydekirin. Di berhemê de …