Kostarîka: Mafên xweciyan heye lê hukumet pratîze nake

Li Kosta Rîkayê ku yek ji welatê Amerîkaya Latîn e, di demên dawî de êrişên li dijî xweciyan zêde bûne.

Komên çete yên girêdayî kesên dewlemend, bi armanca ew terka erdên xwe bikin, êrişê xweciyan dikin û gelek caran di van êrişan de xwecî tên kuştin.

Serokê Kosta Rîkayê Karlos Alvarado, mafên heyî yên xweciyan qebûl dike lê dibêje, ji ber bêderfetiyan dewlet nikare xweciyan ji şîdetê biparêze û erdên hatine dagirkirin li wan vegerîne.

Lêbelê, li gorî xweciyan û parazvanên mafên mirov, mesele ne aborî ye lê siyasî ye.

Ev derdor di vê baweriyê de ne ku serdestên erdên xweciyan dagir dikin, bi dewletê re dixebitin û lewma dewlet bixwaze dikare bi hêsanî wan asteng bike.

Saziyên navneteweyî yên mafên xweciyan jî mijarê ji nêzîk ve dişopînin û ji rêvebiriya Kosta Rîkayê dixwazin mafên heyî yên erdan misoger bikin û xweciyan ji şîdetê biparêzin.

Hêjayê gotinê ye, Parlemena Kostarîkayê di 1977’an de Qanûna Xweciyan qebûl kir û 24 deverên li welêt wekî erdên xweciyan bi fermî hatin naskirin.

Di 2007’an de jî Kostarîka Deklerasyona Mafên Gelên Xwecî ya Neteweyên Yekbûyî îmze kir.

Lê belê hukumetên li vî welatî, heta niha ji bo pratîzekirina hiqûqa neteweyî û navneteweyî tu gavek berbiçav neavêtiye.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Kolonîzasyon sebeba guherîna avhewayê ye

Ji ber nişteciyên ewrûpî, li bakur û başûrê Amerîkayê 56 milyon xwecî jiyana xwe ji …