malbateke xizan a afgan

Xizaniya li Afganîstanê kûrtir dibe

Lîmon çavkaniya vîtamîna C’ye û ji bo pêşîgirtina li sermayê, zivistanê pir zêde tê bikaranîn.

Lê krîza koronayê bandorê li buhayê lîmonê jî kiriye û gelek aliyên Afganîstanê kîloyek lîmon bi 5 dolarî tê firotin.

Herwiha, arvan jî wekî gelek pêdiviyên din ên bingehîn, di piyaseyê de bihayê wî ji sedî 15 zêde bûye.

Ev yek, bi giranî ji ber tevdîrên hişk ên li ser sînorê Pakîstanê û Ozbekîstanê hatine girtin pêk tê.

Afganîstan yek ji welatên herî xîzan ên cîhanê ye û hîn beriya nexweşiya koronayê, Neteweyên Yekbûyî texmîn kiribû, di vê zivistanê de 14 milyon kes wê pêdiviyê bi alîkariyê bibînin.

Hukumeta Afganîstanê jî bi lêkolînên xwe dide zanîn ku ji sedî 55’ê nifûsê wê di bin sînorê xizaniyê de dijî.

Ji bilî vê, di demên dawî de ji ber şerê navxweyî milyonek kes terka cîûwarên xwe kirine an jî ji derveyê welêt vegeriyane.

Bi tenê, di hefteyên dawî de di ser 200 hezar koçberên afgan ji Îrana vegeriyan welêt.

Hukumeta afgan bi derfetên heyî nikare ji bin vî barê giran derkeve.

Pêdiviya Afganîstanê bi alîkariyeka berfireh a derve heye û eger ev pêk neyê, îhtimal heye gelê Afganîstanê bi xelayê re rû bi rû bimîne, her roj bi sedan kes ji birçîya jiyana xwe ji dest bidin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …