Jinûverêxistinkirina Belçîkayê pêwîst e?

Li gor plansaziya hikumetê, Belçîka wê bi du beşan, ango flamanaxêf û fransîxêf were dabeş kirin. Paytext Bruksel û rojhilatê Belçîkayê jî wê bibin xwediyê statuyeke taybet.

Rizgar Botan

Endamê flaman yê parlemena Belçîkayê, Ludwig Vandenhove, derbarê hewldanên avakirina hukumetekê de ji bo malpera Knack gotarekê nivîsand.

Li gor Vandenhove, pirsgirêk di hûrgiliyên qanûnî de ne, ku perdeyeke ya neşefaf li ser çavên gel datîne. Lê mijar ji hikumetê ji derbas dibe. Partiyên Belçîkî jibo demeke dirêj li ser esasa dewletê bixwe nîqaş dikin. Plansaziya hikumeta heyî ew e heta 2024’an nexşerêyeke bi temamî nû diyar bike, ku bi wê çerçeweyek din a ji dewletê bixwe re deyne.

Ludwig Vandenhove

Pirsyara sereke tevlîbûna gel e. Li gor Vandenhove, pirsgirêk di tevlîbûna gel de ye. Ango tevlîbûna kêm. Heta niha sîstema welêt ku bi awayeke klasîk a dewletên modern dihate meşandin, ji gel beşdariyeke berfireh nedixwest. JI ber zêdebûna hûrgiliyên qanûnî qada siyasetê ji kêm kesan re vekirî bû.

Lê di demên borî de Ji bo bidawîkirina van kêmasiyan platformeke diyalogê hat ava kirin. Hesab ew e ku ji bo beşdariya welatiyan a ji bo biryarên siyasetê bû zêdekirin. Lê xuya ye ku niyet tenê nabe garantorê pêkhatina xwestekê.

Li gor plansaziya hikumetê, Belçîka wê bi du beşan, ango flamanaxêf û fransîxêf were dabeş kirin. Paytext Bruksel û rojhilatê Belçîkayê jî wê bibin xwediyê statuyeke taybet.

Harîteya herêmên Belçîkayê

Parlementer Vandenhove dide zanîn, di dewsa nîqaşên li ser jinûverorganizîkirina dewletê de siyasetmedar berê xwe bidana pirsgirêkên curbicur ên heyî wê çêtir bûna. Vandenhove dide zanîn hukumetên belçîkî welêt 6 bi awayeke şeklî guherandine lê encamekî bidestnexistine.

Vandenhove pêşniyazê hukumetên heremî dike ku sînor û qaliban ji xwe re asteng nebînin û bi awayeke pratîkî di navbera hev de hevkariyê bikin. Lê belê li gorî Vandenhove, partiyên belçîkî di dewsa vê de zêdetir kirasa dewletbûnê ji xwe re esas qebûl dikin . Her alî fikrên xwe ji xeyalên xwe dertîne pêş.

Di dawiya gotara xwe de parlementerê flaman Vandenhove diyar dike ku pêwîstî heye herkes li dor senatoyê bicive û wekî gava pêşîn a ji bo xêra welatiyan li dora maseyekê werin cem hev.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …