ICG raporeke li ser hevdîtinên FARC-Kolombiyayê weşand

 

 

Koma Krîzê ya Navneteweyî (ICG) raporeke di derbarê hevdîtinên aştiyên yên li Kolombiyayê weşand. Rapora bi sernavê “Li ser Cemeda Tenik: Pêvajoya Dawî ya Hevdîtinên Aştiyê yên Kolombiyayê” rewşa dawî ya hevdîtinan li ber çavan raxist.

Di raporê de hat destnîşankirin ku ji bo çareserkirina krîza di hevdîtinan de derketiye holê divê her du alî vegerin tedbîrên ku tansiyonê kêm dike û gav bi gav bi awayekî du-alî agirbestekê îlan bikin. Rapor pêşniyaz kir ku di dewsa di carekê de çareserkirina hemû probleman de meşa gav bi gav çêtir e.

ICG di rapora xwe de diyar kir ku her du alî hewld didin ku beriya ku di 2018’an de serokê Kolombiyayê Santos dev ji kar berde peymanên dawî yên aştiyê îmze bikin lê diyarkirina çarçoveyeke wiha ji bo dema aştiyê wê kêm alîkariyê ji bo pêvajoyê bike.

Li ser îhtimala agirbesta du-alî hat vegotin ku agirbesteke wiha di mercên niha de ne realîst e lê piştî pêkhatina çarçoveyeke peymana edaleta derbasbûyinê (demî) agirbesteke wiha pêkan e.

Di warê bûyerên şîdeta yên nû de hat destnîşankirin ku di nava vê atmosfera şîdetê de bi hêsanî serfiraziyên hatine bidestxistin tên jibîrkirin û rapor wiha dom kir: “Muzakerevan di derbarê sebeb û bandorên pevçûnê de riyeke dirêj li paş xwe hiştin. Hevdîtinên veşartî û eşkere ku ji sê salan zêdetir dom kirin hesteke hevpar ku nîşan dide ku gihîştina aştiyê mimkûn e, derxist holê.”

Bandorên neyênî yên bidawîkirina agirbesta yekalî ya ji aliyê FARC’ê ve jî di raporê de ji xwe re cî girt û van tespîtan hatin kirin: “Bidawîbûna agirbesta yek-alî ya pênc mehan a FARC’ê encamên dem kurt ên bi nakok derxistin holê. Vê yekê şîdeta herî xerab ku bi salan e nehatibû dîtin pêş xist. Êrişên li dijî binesaziya enerjiyê elektrîkê li ser bi sedhezaran kesan birî. Rijandina petrolê dijwariyên aboriyê û kareasatên ekolojiyê derxistin holê. Şer carekê din kir ku bi awayekî girseyî mirov terka wargehên xwe bikin. “

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …