Gelê oromo li Etiyopyayê li ser piya ye

Oromiya ku herêmeke li Etiyopyaya federal e, di rojên dawî de bûye qada çalakiyên berfireh. Xwepêşander doza xurtkirina xwerêvebirinê, sekinandina şîdeta hêzên dewletê yan li hemberê wan û berdana girtiyên siyasî dikin.

Xwepêşandanên ku çend roj in bênavber didomin, li herêmê belavî qasî 200 navendan û paytexta Etiyopyayê Adîs Ababa bûye. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ku xwe disperê çavkaniyên herêmê da zanîn ku di encama êrîşa hêzên dewletê de herî kêm 67 kes hatine kuştin. Lê hin çavkaniyên herêmî jî diyar kirine ku hejmara kuştiyan gihîştiye 400’î.

Di vê navberê de, gelê amhar jî ku piştî oromoyiyan ji aliyê mezinbûnê koma etnîk a duyemîn e, li dijî dewletê xwepêşandanan li dar dixe. Tê ragihandin ku xwepêşandan dixwazin devera ku ew lê dijîn ji herêma Tigre bê girtin û bi ser herêma Amhara ve bê kirin.Oromia2

Oromo hem ji aliyê erdên xwe ve hem jî bi nifûsa xwe di nava 9 herêmên Etiyopyaya federal de herêma herî mezin e. Li herêmê 27 milyon kes dijîn û ji ji % 87’ê vê nifûsê gelê oromo ye.

Înfowelat

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …