Erdên Kolombiyayê ji mayinan tê paqijkiirn

 

 

 

Erdên Kolombiyayê ku di şerê navxweyî de gelek mayin li ser hatibû bicîkirin, niha tê paqijkirin. Erdên ji bo çandiniyê tê amadekirin li gundiyan tên belavkirin.

Gundiyên li La Virgenê ya bi ser bajarê Medellinê ve bûn şêniyên ewilî yên ku erd li wan hat belavkirin. Bi sedan malbatên li vê qada çiyayî ya li bakurêrojavayê welat roja çarşemê bûn xwediyê erdên ji mayinan hatin paqijkirin.

Tê ragihandin ku qada duyemîn a ji mayinan hatiye paqij kirin nêzîkî El Carmen de Viboral e. Li vir jî erda hatiye paqijkirin li 42 malbatên ku ji 2002’an û vir ve mecbûr mane ji herêmê koç bikin, hatiye belavkirin.

Bernamaya paqijkirina mayinên antî-personel ji aliyê dilxwazên rêxistina navneteweyî Halo Trust ve tê meşandin û ji aliyê hikumetê ve tê destekirin. Li welat ji 100’î zêdetir dilxwaz ji bo meşandina vê bernameyê bi vê rêxistinê re dixebitin. Li gorî analîzên rêxistinê, ji sala 1990’î û vir ve di encama teqîna mayinan de li welat 10,900 kes mirine an birîndar bûne.

Kolombiya di warê hejmara mayinên antî-personel ên di nava erd de hatine bicîkirin li cîhanê welatê duyemîn e. Pêvajoya paqijkirina mayinan li Kolombiyayê di 1997’an de bi îmzekirina Konvensiyona Ottawayê dest pê kir. Li gorî vê peymanê hikumeta Kolombiyayê wê heta 2011’an hemû mayinên li ser erdên xwe paqij bikirana. Lê hikumetê şerê naxweyî wekî hincet nîşan da û vê pêvajoyê heta 2021’an dirêj kir.

Di Tebaxa derbasbûyî de berdevkê FARC-EP’yê Ivan Marquez jî li Havanayê dabû xuyakirin ku di çarçoveya peymana aştiyê de wê li welat pêvajoya paqijkirina mayinan dest pê bike.

Înfowelat

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpaya berîya hînd-ewrûpîyan

Civaka ewil a Ewrûpayê li ser bingeha wekhevîya jin û mêr hatîye damezrandin û aştîxwaz …