Li kîjan welatan leşkerî ferz e?

 

 

 

Li gorî nûçeyeke The Independent di derbarê welatên ku xwedî xizmeta leşkeriya ferz in nexşeyekê weşand. Li gorî vê nexşeyê, bi giranî li welatên Asya, Afrîka û Amerîkaya Latîn leşkerî ji aliyê dewletan hatiye ferzkirin.

Li gorî parzemînan rewşa leşkeriya ferz wiha ye:

Asya: Federasyona Rûsya, Mogolîstan, Îran, Kazakîstan, Tirkmenîstan, Ozbekîstan, Tacîkîstan, Kirgizîstan, Sûriye, Urdun, Îsraîl, Libnan, Ermenîstan, Azerbaycan, Koreya Bakur, Koreya Başûr, Wîetnam, Laos, Tayland.

Afrîka: Cezayîr, Misir, Sûdan, Çad, Malî, Angola, Mozambîk, Somalî,  Ivory Coast, Senegal, Gambiya, Gîne, Togo, Benîn, Gîne Bîssaû.

Amerîkaya Latîn: Meksîka, Brezîlya, Kuba, Kolombiya, Wenezûela, Guatemala, Belîze, El Salvador, Ekwador, Şîlî, Bolîvya, Paragûay.

Ewropa: Norwêc, Fînlandiya, Yewnanîstan, Awistirya, Swîsre, Estonya, Lîtwanya, Moldova.

Di nexşeyê de Tirkiye, Kazakîstan, Ûkrayna û Gurcîstan di nava kategoriya welatên ku “ji bo betalkirina leşkeriya ferz a di dema nêzîk de planan dikin, hatine bicîkirin.

Li gorî nexşeyê li piraniya welatên Rojava yên xwedî demokrasiya lîberal leşkeriya ferz tuneye. Lê divê bê gotin ku gelek welatên ne xwedî demokrastiya lîberal jî di vê kategoriyê de ne. Çîn, Erebîstana Siûdî, Sûdan, Afganîstan û Pakîstan çend ji van welatan e.

Hêjayî gotinê ye ji bilî Tirkiyeyê, li hemû welatên wekî “komarên tirkî” tên binavkirin leşkerî ferz e.

Înfowelat

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …