ECMI panela mafên ziman li dar dixe

ECMI (Navenda Ewropî ya Mijarên Kêmaran) li ser Protokola Pêkanîna Mafên Ziman panelekê li dar dixe. Di panela ku wê di 18 Nîsan 2016’an de li bajarê Flensburgê Almanyayê bê lidarxistin de beşdariya ji Welatê Bask û herêma sînor ê Danîmarka-Almanya pêk were.
Panela bi navê “Protokola Pêkanîna Mafên Ziman çi ye û em çawa dikarin alikariyê wê bikin?” wê ji aliyê şaredarê Flensburgê Swetlana Krätzschmar bê destpekirin. Çalakî di çarçoveya projeya ku ji aliyê Kontseilua (Tevgera Civakî ya Zimanê Bask) û San Sebastian 2016 Wekfa Paytexta Çandê ya Ewropî tê meşandin de pêk tê. Alîgirên vê projeyê dixwazin Protokola Pêkanîna Mafên Ziman pêk bînin û encamên xebata xwe di civîna bilind a ku wê di Kanûna 2016’an de li bajarê Donostia yê li Welatê Bask bê lidarxistin, pêşkêş bikin.

Protokola Pêkanîna Mafên Ziman çi ye?

Protokol belgeyeke ku wekheviya ziman diparêze ye. Belge ku ji aliyê komîteyeke zanistî hatiye amadekirin û ji aliyê rêxistinên welatiyan ve hatiye îmzekirin ji gavên herî biçûk ên ji bo parastina mafên ziman ên welatiyan pêk tê.

Ji bo agahiyên berfirehtir bitiqînin!

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê derket

Pirtûkeke li ser stranên kurdî yên gîtarê êdî online dikare bê peydekirin. Di berhemê de …