Di Roja Azadiya Szeklerê de banga ji bo çalakiyan

Konseya Neteweyî ya Szeklerê ya bang li gelê xweserîxwaz kir ku di Roja Azadiya Szeklerê de li Romanya û cîhanê xwepêşandan li dar bixe. Konseyê ji aktîvîstên macar daxwaz kir ku di xwepêşandanên di 10’ê Adarê de daxwaza xweseriya herêma Szeklerê bilind bikin.

Konseya Neteweyî ya Szeklerê di daxuyaniya xwe ya ji bo vê mijarê de da zanîn ku bi armanca bêtesîrkirina progandaya Romanyayê divê rêvebiriyên welatên Ewropayê jî bên agahdarkirin. Romanya îdîa dike ku li ser axa wê meseleya xweseriya Szeklerê (Székelyföld) tune ye û hemû problemên kêmara macar hatiye çareserkirin.

Daxuyaniya konseyê wiha dom dike: “Ji ber krîzên dawî (yên wekî krîza koçberan, pevçûna Rûs-Ûkraynî, şerê naxweyî yê Sûriyeyê) siyasetmedarên cîhanê piranî li ser polîtîkayên ewlekariyê disekinin û kêm bala xwe didin rûmetên demokratîk ên bingehîn. Rêvebiriya Romanyayê ku ji van mercan sûd werdigire, çalakiyên xwe yên antî-macar zêde dike”.

Daxuyaniyê balê kişand ser strajetiya ewlehiya raya giştî ku ji aliyê wezareta karên hundir ve hatibû amadekirin. Di belgeya stratejiyê ya ji bo 2015-2020’an hatibû amadekirin de daxwazên xweseriya macaran wekî “bûyereke krîmînal” hatibûn binavkirin.

Li gorî banga hatiye kirin, ligel xwepêşandana li Marosvasahelyê, wê li Wiyana, Bûdapeşte, Bruksel, Cleveland, Den Haag, Helsînkî, Istanbûl, London, Los Angeles, Munîh, New York, Ottowa, Stuttgart, Toronto û Zurîhê jî wê xwepêşandan bên lidarxistin.

Înfowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Amed di destên nûnerên kurdan de ye

Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Dogan Hatûn û Serra Bûcak û hevşaredarên navçeyan ên Partiya …