Konseya Szeklerê: Xweserî ne xetereye

 

 

 

Konseya Neteweyî ya Szeklerdi derbarê belgeyeke Wezareta Karê Hundir a Romanyayê ya li ser ewlekariya raya giştî daxuyaniyek weşand. Serokê konseyê Izsák Balázs di daxuyaniyê de bi zimanekî tund nêzîktêdayina Romanyayê ya di warê xweseriya herêma Szeklerê de şermezar kir.

Balázs di daxuyaniya xwe de diyar kir ku belgeya ji aliyê Romanyave hatiye qebûlkirin daxwaza xweseriya Szeklerê wekî “mijareke krîmînal” ku “li dijî refah û ewlekariya welatiyan gefeke domdar pêk tîne”, bi nav kiriye. Herwiha, Balázs destnîşan kir ku hikumet di belgeyê de di derbarê  xweseriya herêmî de îfadeyên “nîjadparêz” û “dijminahiya li dijî biyaniyan” bi kar aniye û ev jî nayê qebûlkirin.

izsak_balazs2

Balázs di daxuyaniyê de got ku ji ber ku vê nêzîktêdayinê paşveçûna pêşketina demokrasiya li welat e û ew ji hikumetê daxwaz dike ku vê paragragafa ku tê de xweserî tê sûcdarkirin ji belgeyê bê derxistin.

Szeklerland herêmeke Romanyayê ye ku mezinbûna wê qasî 20,000 km2 ye.  Li herêmê ji 800,000’î zêdetir kes dijîn û ji % 75’ê vê nifûsê macar in.

Çavkanî: Sznt.ro

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …