Cudaxwaziya etnîk li Srî Lankayê serbest e

Bûdîstên rastgir daxwaz dikin ku dewlet ji nû ve li ser kokên bûdîst bê damezrandin û hemû kêmarên etnîk û olî ji rêvebiriyê bên dûrxistin.

Tevgera neteweperest a bûdîst li Srî Lankayê dest bi belavkirina wêneyên ku tê de mesajên nefreta etnîk û olî tê dayîn, dike. Kêmarên tamîl û misilman ên welat ji ber vê kampanyaya cudaxwaziyê bi fikar in.

Di wêneya ku hem bi dikan û wesayitan ve hatine kirin û herwiha di medyaya sosyal de tê belavkirin sembola bûdîstên sînhalî şêrekî ku şûr di dest de ye heye. Lê di binê wêneyê de di dewsa “Sinhale” (sînhalî) de “Sinha-le” hatiye nivîsandin ku ev jî tê wateya “xwîna şêr”. Digel peyva “Sinha” zer hatiye nivîsandin, “Le” ku tê wateya şûr, sor hatiye nivîsandin û ev jî rasretast xwînê sembolîze dike. Kêmarên etnîk û olî difikirin ku ev gefeke li dijî hebûna wan e û dixwazin ev kampanyaya nefretê bê bidawîkirin.

Tê ragihandin ku kesên vê kampanyayê birêve dibin endamên tevgera neteweperest a bûdîst Bodu Bala Sena (BBS) ne. Rastgirên bûdîst difikirin ku ew li welat piraniya nifûsê pêk tînin lê siyasetmedarên xwedî paşxaneya pir-etnîk wan ji rêvebiriyê dûr dixin. Ev derdor daxwaz dike ku dewlet ji nû ve li ser kokên bûdîst bê damezrandin û hemû kêmarên etnîk û olî ji rêvebiriyê bên dûrxistin.

Sînhalî li Srî Lankayê koma etnîk a herî mezin in û ji % 74.88’ê nifûsê pêk tînin. Li dûv van bi rêjeya xwe ya ji % 11.2 tamîl û misilmanên ku ji %9.2’ê nifûsê pêk tînin, tên. Çend sal piştî têkbirina rêxsitina Pilingên Tamîl bi şerekî bixwîn, Srî Lanka dixwaze reforma destûra bingehîn ku li welat riya demokrasiyê veke, pêk bîne.

Înfowelat

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Meclîsa Nûneran a Amerîka di hewldana naskirina jenosida Êzdiyan de ye

  Lijneya karûbarê derve ya Encûmena Nûnerên Amerîka bi yek deng, pirose yasaya di derbarê …