Baydemir: Raportorên ewropî cih nadin bûyerê dijî kurdan

Li gorî nûçeya Deutsche Welleya Tirkî Osman Baydemîr di heyeta baskê parlamentoya Tirkiyeyê de bi Komîsyona Têkel ya Ewropayê re hevdîtin kir û di hevdîtinê de Baydemir ragihand ku rêxistinên maf û însanî yên ewropî di raportên xwe de zêde cih nadin bûyerên kurdan.

Rejim ber bi totalîteriyê ve diçe

Baydemir di hevdîtinên xwe yên digel parlamenterên ewropî de anîn ziman ku rêxistinên însanî û dezgehên maf û hiqûqî di raportên xwe de zêde cih nadin îxlalên kurdan. Byademir, sedema hebûna me li Strasbourgê ev e ku 10 meh in li bajarê kurdan bêhiqûqî, trajediya însanî diqewime. Rejim hêdî hêdî ber bi totalîrîzmê ve diçe. Em dixwazin rêya çareseriyê ve be û dîsa alîgir vegerin ser masê û diyalog were dest pêkirin. Ez dîsa bi zimanêkî vekirî dibêjim, ji bo ku li Tirkiyeyê em pêşiya şoreşeke leşkerî bigrin em li wir in.

Jêder: Sputnik News

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Êrîşa li dijî PEN’a Kurd a li Amedê hat şermezar kirin

Êrîşa li dijî navenda PENa Kurd ya li bajarê  Amedê ya Bakurê Kurdistanê hat şermezar kirin. …