“Ew ê Tirkiye biçe dadgehên navneteweyî”

Hiqûqnas û siyasetmedar Prof. Norman Paech, piştî çavdêrî li bajarên kurdan kir, ew dîmenên ku dîtine wek “hovane” bi nav kirin.

Hiqûqnas û siyasetmedarê navdar Norman Paech, dorpêç, qedexeyên derketin, şer û pevçûnên li bajarên kurdan nirxandin. Peach dîmenên wêrankirina bajarên kurdan wek hovîtî bi nav kirin û got ku daxwaza kurdan a xweseriyê daxwazeke demokrat e û nêz yan dûr dê pêk were.

Kavilkirin û wêrankirin

Norman Paech got: Ez gelek caran diçim herêmê, lê belê vê carê rewş gelekî cuda ye. Min tiştekî wisa texmîn nedikir, ne tenê wêrankirina avahiyan lê belê têkbirina û xerabkirina derûniya mirovan û pîskirina wan jî heye. Wek mînak ku mirov nikarin cenazeyên xwe bistînin, xerabkirina laşên kuştiyan ku êdî nayên teşxîskirin. Mirov bi alayên spî derdikevin lê dîsa jî tên gulebarankirin. Em li van rûdanan seyr û ecêb dimînin.

Paech axiftina xwe wiha domand: “Tirkiye gelek caran hat darizandin û hukim lê hat birrîn lê belê ev biryar piştguh kirin, nesepandin û berpirsyariyên xwe neanîn cih, lewra giring e ku em sepandina biryaran bişopînin.

norman2

Bêdengiya Ewrupayê

Norman Paech got bêdengiya Ewrupayê wê dike hevparê vê hovîtiyê û wiha axivî: Ev hetîketî ye, mesele ne tenê ku çima Ewrupa xwe li derveyî meseleyê digire lê belê bêdengiya wê dike hevparê vê tawanê. Ev bêtir ji 20 salan e ku NATO li ser şerê dewletê ti tişt nekir û negot. Bi ser halan de jî êdî ji bo rawestandina hatina penaberan êdî peymanek nû amade dikin.

Mînaka Rojava

Norman Paech, li ser xweseriya Rojavayê wiha got: “Kurd li Rojavayê roj bi roj bêtir nêzîkî wê modelê dibin ya ku dê bibe nimûneyeke demokrasiyê, ez wisa bawer dikim lê belê Erdogan wê wek xeterekê dibîne. Ez wisa bawer dikim ku çi li Tirkiyeyê çi li Sûriyeyê, ew ê xweserî pêk were”.

Paech, axiftian xwe ya li ser xweseriyê wiha domand: “Xweserî li gelek cihên Ewrupayê tên sepandin û bi min mafê kurdan jî heye ku wê bixwazin û ne pêwîst e ku zêde rave jî bikin ji ber hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan dibêje ku mafê mirovî ye ku biryara awayê jiyana xwe bide

Em ê bibin dadgeha navdewletî

Norman Paech, em ê zilma ku li kurdan tê kirin bibin hiqûqa navdewletî û wiha got: Piştî ku em biçin Ewrupayê em ê dîtin, çavdêrî û fikirên xwe bi gelê Ewrupayê re parve bikin û em ê fişarê li hikûmetên xwe bikin. Heta eger em nikaribin van komkujiyan bibin dadgeha navdewletî jî em ê dadgeheke navdewletî damezirînin û bi belge û rastiyan van bûyer û kiryaran vebêjin ta ku dinya fêm biker bê ev bûyer ji aliyê hiqûqa navdewletî ve tên çi wateyê

Jêder: Sputnik News

infowelat.com

Li vê jî binêre

Nûnerên Rojava li Îtalyayê ne

Nûnerên Rojava û berdevka YPJê bi parlamenter û endamên Senatoya Îtalyayê re hevdîtin pêk anîn. …