UNESCO sibê li ser Sûrê diaxive

 

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, beşdarî rûniştina Civîna 40an a Komîteya Mîrateyên Cîhanê ya UNESCOyê ku sibê li Stenbolê pêk tê dibe, tê çaverêkirin ku di civîna sibê de Komîteya Mîrateyên Cîhanê pêşnûmebiryara der barê Sûrê de bide ber nîqaş û pêaxaftinê

Kombûna 40an a Komîteya Mîrateyên Cîhanê ya UNESCOyê, li Navenda Kongreyê ya Stenbolê dest pê kir. Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş, Wezîrê Çand û Turîzmê Nabî Avci, Dîrektora Giştî ya UNESCOyê Irîna Bokova, nûnerên UNESCOyê jig elek welatan û rêveberên xwecihî di vê kombûnê de amade bûn, ji Amedê jî Hevşaredara Bajarê Mezin Gultan Kişanak, Seroka Daîreya Mîarteyên Çandî Nevîn Soyukaya û Alîkarê Sekreterê Giştî yê ji Mîrateyên Çandî Berpirsyar Necatî Pirinççioglu jî di kombûnê de beşdar in.

Civîn, bi axaftina Sîrektora Giştî ya UNESCOyê Irina Bokova dest pê kir, Bokova bal kişand ku mîrateya cîhanê û pirengiya çandî di bin metirsiya êrîşan de ye.

Piştî axaftina vekirinê, Desteya Giştî, mijarên di rojevê de dan ber behs û nîqaşê. Tê çaverêkirin ku Desteya Giştî mijara wêrankirina avahiyên dîrokî û çandî yên li navçeya Sûra Amedê sibê (13ê tîrmeh çarşem) bigire dest.

Komîteya Mîrateyên Cîhanê çar caran agahî ji Wezaretê xwestiye

Tê destnîşankirin, Komîteya Mîrateyên Cîhanê ya UNESCOyê di civîna amadekariyê a 27ê hezîranê li Fransayê pêk hat de, ji bo pêşkêşî civîna li Stenbolê bike der barê Sûrê de pêşnûmabiryarek amade kiriye û ev pêşnûme dê sibê bête guftûgokirin.  Di pêşnûmebiryarê de, rewşa Sûrê ya heyî, bersiva Wezaretê, endamên rapora analîzê û tiştên divê bêne kirin tên rêzkirin.

Di pêşnûmebiryarê de, hatiye gotin ku UNESCOyê çar caran ji Wezareta Çand û Turîzmê re nivîs şandiye da ku der barê rewşa navçeyê de agahiyê bide, ka nûçeyên tên weşandin çend rast in; heçî Wezareta Çand û Turîzmê ye ancax di 11ê gulana 2016an de bersiv daye UNESCOyê.

Di pêşnûmebiryara UNESCOyê de, tê diyarkirin, li nav Sûrê qismek avahiyên dîrokî û avahiyên bîrdariyê hatin hilweşandin û weha tê gotin, “Ji bo ev heyber ji binî ve têk neçin û bêne parastin divê hemû rayedar tevdîrên pêwist bigirin. Her weha divê rayedar der barê heyber û vê herêma tampon a parastinê de tespîteke berfireh a xusaran bikin, ev pêşiyarên saziya me ne.”

Di pêşnûmayê de tê xwestin ku encamên vê tespîtê pêşkêşî Navenda Mîrateya Cîhanê û lijneyên şêwrê yên vê saziyê bêne kirin.

Di pêşnûmebiryarê de pêşniyareke weha heye: “Ji bo destnîşankirina gefên li ser surişta heyberên dîrokî û qewreya wê bête nirxandin û ji bo tevdîrên pêwist bêne wergirtin ji aliyê Lijneyên Şêwrê/Navenda Mîrateyên Cîhanê ve mîsyoneke şopandinê ya reaktîf bête vexwendin.”

Di pêşnûmebiryarê de ji dewletê tê xwestin, “Ku ji aliyê dewletê ve heta 1ê sibata 2017an ji bo Navenda Mîrateyên Cîhanê raporek der barê parastina heyberê de jê re bête pêşkêşkirin û ev rapor ji aliyê Komîteya Mîrateyên Cîhanê ve di kombûna 41an de bête nirxandin û daxwaza komîteyê bête bicihanîn.”

Sibê tê nirxandin

Di rûniştina sibê ya desteya giştî de dê pêşnûmebiryara ku li jorê behsa wê hate kirin bête helsengrandin. Tê çaverêkirin ku hin pêşniyarên der barê pêşnûmebiryarê de bêne rojevê û ligel wan guhertinan ev pêşnûmebiryar bête qebûlkirin.

Jêder: Diyarbakir.bel.tr

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Êrîşa li dijî PEN’a Kurd a li Amedê hat şermezar kirin

Êrîşa li dijî navenda PENa Kurd ya li bajarê  Amedê ya Bakurê Kurdistanê hat şermezar kirin. …