Meclîsa Nûneran a Amerîka di hewldana naskirina jenosida Êzdiyan de ye

 

Lijneya karûbarê derve ya Encûmena Nûnerên Amerîka bi yek deng, pirose yasaya di derbarê tewanên şer û jenosid ango qirkirinê ya li rojhilata navîn pesend kir.

Lijneya karûbarê derve ya Encûmena Nûnerên Amerîka bi yek deng, pirose yasaya di derbarê tewanên şer û jenosid ango qirkirinê ya li rojhilata navîn pesend kir.

Dûh 02.03.2016 ê lijneya karûbarê derve ya Encûmena Nûnerên Amerîka, di derbarê tewanên şer ên rêxistina tûnd a DAIŞê ya li dijî Mesîhî, Êzdî û kêm ol û kêmnetewên din ên li rojhilata navîn gotûbêj kir.

Serokê lijneyê Ed Roys di civînê de balkêşa ser komkujî, serjêkirin, destdirêjiya seksî û kolekirina hemwelatiyên Mesîhî û Êzdî ji aliyê DAIŞê ve û diyar kir ku, pêwîste wan pêkanîne wek jenosid ango qirkirin bê naskirin û di civaka navnetewî de bê belav kirin.

Roys herwaha ragehand: ‘’Pêwîste cîhan berî ku direng bimîne, pêkanîn xwe hebe li hember wan tewana ne.’’

Di rûniştinê de herwaha li ser rejîma Sûriyê jî gotûbêj hatin kirin û endamên lijneyê pirose yasayek di derbarê artêşa Beşar Esad de jî hate pesend kirin. Li gor wê pirose yasayê, ji civaka navnetewî tê xwestin, li dijî tewanên artêşa rejîma Sûriyê jî rê û karên yasayî bên kirin ku, artêşa Beşar Esad tewanên şer li dijî hemwelatiyên Sûriyê pêktîne.

Lijneya karûbarên derve ya Encûmena Nûnerên Amerîkayê Ed Roys ê li ser partiya Komarxwezan serokatiya wê dike. Encûmena Nûneran jî, ji dû beşên Kongreya Amerîkayê wek beşekê pêktîne.

Jêder: Basnews

infowelat.com

Li vê jî binêre

Êrîşa li dijî PEN’a Kurd a li Amedê hat şermezar kirin

Êrîşa li dijî navenda PENa Kurd ya li bajarê  Amedê ya Bakurê Kurdistanê hat şermezar kirin. …