Rojnameyên almanî yên wekî FAZ, DIE WELT, JUNGE WELT, TAZ û N24 şer û pevçûnên li bajarên kurdan û şideta Artêşa Tirkiyayê ya li dijî kurdan nirxand.
Rojnameyên almanî yên îro qala şerê dewleta tirk a li ser kurdan ferzkirî nirxand û armanca kurdan xweserî, armanca tirkan wekî perçiqandin nîşan da.
Rojnameya FAZê bal kişand ser 100 kuştiyên kurd û bang li Yekîtiya Ewropayê kir şerê li dijî kurdan rawestîne.
Rojnameya DIE WELTê diyar kir ku teqîn û reşandina gazên kîmyayî karekî rojane ye û got: Ev alozî dikare krîza koçberan li Ewropayê dijwartir bike.
Rojnameyên JUNGE WELT û TAZê bal kişandin ser şerê kurdan ê ji bo xweseriyê û got: HDP dixwaze nîşan bide ku avakirina herêmên xweser ne tenê ji bo kurdan çareseriyek in, herwiha ji bo demokratkirina Tirkiyayê jî riyeke bikêrhatî ye; lêbelê Serokomar Erdogan vê yekê xiyaneta li dewletê dihesibîne.
N24ê jî şerê li bajarên kurdan weşand û tevgera PKKê ya di şer de ‘bi îrade û înad’ bi nav kir.
Jêder: Sputnik News