Şandeya Aştiyê digel serokê partiyan hevdîtin pêk anîn

 

 

 

Şandeya Aştiyê ku ji rewşenbîr û hunermendan pêk tê, bo dawî li aloziyên li Bakurê Kurdistanê were digel HDP, CHP û AKPê hevdîtin pêk anîn.

Di şandeyê de, Nivîskarê Rojnameya Yenî Şafakê Alî Bayramoglu, Nivîskar Oya Baydar, Akademisyen Baskin Oran û Serokê Mazlumderê Omer Faruk Ûnsal cih girtin.

Hevdîtina pêşî li Parlamentoyê, digel Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demirtaş pêk hat. Piştre şande derbasî Navenda Giştî ya CHPê bû û digel Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu civiya.

Piştî hevdîtina bi CHPê re li ser navê şandeyê Prof.Dr Baskin Oran wiha got; “Em di vê mijarê de, bir her kesî re diaxivin ku dikarin dawî li rijandina xwînê bînin. Car caran ji me re tê gotin gelo hûn ji van hewldanên xwe bi hêvî ne. Heger aqil û wijdan bigihêjin hev du, tu yê hewldana xwe bike. Tuyê mirovahiya xwe bike heger ew fahm nekin jî ew dizanin.  Em ê yek bi yek bi hemû wan kesên xwedî raye û bi bandor re hevdîtinan bikin.”

Şandeya Aştiyê herî dawî bo digel Serokwezîr Ahmet Davutoglu bicive derbasî Qesra Çankayayê bû.

Li gorî agahiyên Kurdistan 24ê bi dest xistin; armanca şandeyê ew e ku şer û pevçûn bi dawî bibe û prosesa aştiyê jinûve destpê bike. Her wiha di vê çarçoveyê de tê xwestin ku hikûmet û HDPê dest bi hevdîtinan bikin.

Jêder: Kurdistan 24

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …