Bekir Kaya 15 sal ceza girt

 

 

 

Dadgeha Cezaya Giran a Wanê 15 sal cezayê girtinê da Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê Bekir Kaya.

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê Bekir Kaya û Endamê HDPê Cuneyt Caniş ji doza KCKê dihatin darizandin, Dadgeha Cezaya Giran a Wanê bi hêceta “endamitiya rêxitinê” 15 sal cezayê girtinê da wan.

Bekir Kaya û Cuneyt Caniş ligel 10 siyasetmedarên din li Dadgeha Cezayên Giran a Wanê ji bo endamtiya KCKê dihat darizandin.

Piştî parastina parêzeran şenda dadgehê biryar xwe da. Şande dadgehê ji bo Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya û Endamê HDPê Cuneyt Caniş bi hêceta “endamitiya rêxistinê”15 sal cezayê girtinê da.

Herwiha Dadgeha Cezayên Giran a Wanê ki bo siyasetmedarên din jî di navbera 7 sal û 12 salan de cezayê zindanê da.

Jêder: Rûdaw

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Meclîsa Nûneran a Amerîka di hewldana naskirina jenosida Êzdiyan de ye

  Lijneya karûbarê derve ya Encûmena Nûnerên Amerîka bi yek deng, pirose yasaya di derbarê …