Katalonya

PROFÎL

Nifûs: 7,543,825 (2018)

Berfirehbûn: 32,108km²

Paytext: Barselona

Ziman: Katalanî (Bikaranîna rojane: % 36.29, zanîn % 95.12), îspanyolî

Dema xweseriyê: 1979

KURTEAGAHÎ

Katalonya welatekî li bakurêrojhilatê Nîvgirava Îberyayê ye û di bin serdestiya Îspanyayê de ye. Welat ji çar parêzgehan (Barselona, Girona, Lleida and Tarragona) û 947 belediyeyan pêk tê. Herêma Xweser a Katalonyayê xwedî zimanekî xwerû, parlemento û qanûnên xwe ne. Di heman demê de hin xizmetên qadên fermî û hêzeke polîs a herêmî di destên rêvebiriya herêmî de ye. Ji bilî Katalonyaya xweser, bakurê Katalonya ya di destên Fransayê de, Valensiya û Balear û Franja de Ponent a li ser herêma Aragonê yên di destên Îspanyayê de tev bi hev re wekî Welatên Katalan tên naskirin û erdeke berfireh pêk tînin.

Paytext Barselona duyemîn bajarê mezin ê Îspanyayê ye û yek ji navendeke  sereke ya aborî û çandî ya Ewrûpayê ye. Barselona di heman demê de yek ji bajarekî cîhanê ya ji aliyê teknolojiyê, tûrîzmê, çand û bazirganiyê de herî li pêş e.

Ji ber ku Katalonya ji aliyê cografîk ve welatên Derya Spî û Ewrûpayê re vekiriye, felsefe, çand û bandorên din ên civakî li ser civaka Katalan zû pêşketiye û ligel çanda neteweyî, çandeke kozmopolît jî pêşketiye. Di encama vê de du rêgezên bingehîn, tolerans û bihevrejiyîn ya civaka katalan derketine holê.

Katalonya ji dîroka damezrandina xwe û vir ve bûye welatekî bazirganiya deryayî. Li Îspanyayê piştî herêmên Madrîd, Bask û Navarrayê di warê hilberînê de Katalonya çaremîn e. Mezinbûna aboriya wê bi Danîmarkayê re ku welatekî li bakurê Ewrûpayê ye dikare bê miqayesekirin. Şîrketên navneteweyî yên dixwazin li Îspanyayê kar bikin, herî zêde Katalonyayê tercîh dikin. Bi 70 milyar € îxracata xwe, Katalonya ji % 25’ê hemû îxracata Îspanyayê pêk tîne û di salê de ji 18 milyon tûrîstan re mazûvaniyê dike. Bi navendên xwe yê zanistê û bi 12 zanîngeh û 30 dibistanên navneteweyî, Katalonya di lêkolînên zanistî û perwerdeyê de pêşketiye.

Welatiyên li Katalonyayê piranî ji gelê katalan ku xwedî dîrok, çand û zimanek xwerû ne pêk tên. Katalanî zimanek roman e û ji aliyê Îspanyayê ve bi qismî hatiye naskirin. Zimanê katalanî li Valensiya, Giravên Balear, Andorra, başûrê Fransa û bajarê Algheroyê yê li Îtalyayê ye jî tê axaftin.

Di hemû dîroka xwe de gelê katalan rastî êrîşên û hewldanên asîmîlasyonê yên dewletên Îspanya û Fransayê hatine. Piştî mirina dîktorê Îspanyayê Francisco Franco, Katalonya wekî herêmên din ên li welat bû herêmeke xweser. Lê dewleta îspanyol naxwaza rêvebiriya katalan mafên zêdetir bi dest bixe û mafê self-determînasyonê qebûl nake.

MIJARÊN ÎRO

Ji pêkhatina sîstema xweseriyê li Îspanyayê û heta aniha hikumetên navendî hewldanên Katalonyayê yên ji bo bidestxistina mafên berfirehtir asteng kirine. Bi taybetî Îspanya nehiştiye Katalonya bibe xwedî sîstemeke taybet a fînansê. Lewma daxwazên ji bo serxwebûnê sal bi sal li Katalonyayê zêdetir bûne.

Hewldanên polêsên îspanyol ên ji bo astengkirina referandûmê

Di sala 2000’î de parlamentoya Katalonyayê dest bi amadekirina statuyeke nû ya xweseriyê kir. Paşê ev statu ji aliyê referandûmekê û parlamentoya Îspanyayê ve hat qebûlkirin. Piştî vê, partiyên siyasî yên îspanyol vê statuyê li hember dewletê wekî tehdît bi nav kirin û li hemberê wê ketin nava tevgerê. Dadgeha Destûra Bingehîn a Îspanyayê di 2010’an de bi biryarekê hêzên vê statuyê gelek kêm kirin. Bi dûv vê re civaka sivîl a katalan bi armanca self-determînasyonê kete nava tevgerê û di 2010’an de li Barselonayê milyonek mirov bi pankarta “Em neteweyek in, em biryarê didin” meşiyan. Di 2013’an de milyon û nîvek katalan di Roja Neteweyî ya Katalan de zincireke ji mirovan a di navbera bakur û başûrê Katalonyayê de pêk anîn.

Di Mijdara 2014’an de hikumeta Katalan bi dengdayinek di parlamentoyê de destekê da serxwebûna Katalonyayê. Ji ber qedexeya Madrîdê ya ji bo vê biryarê, referandûm bi awayekî ne fermî di 1’ê Cotmeha 2017’an de hat lidarxistin. Di roja dengdayinê de hêzên îspanyol bi zorê hin ciyên dengdayinê girtin û xwestin referandûm lawaz be. Digel astengiyan, piraniya kesan ji bo serxwebûna Katalonyayê dengên xwe bi kar anîn. Di 27’ê Cotmehê de parlamentoya Katalonyayê ku xwe spart encamên referandûmê, serxwebûnê îlan kir. Piştî vê, dadgehên îspanyol biryarên girtina siyasetmedar û berpirsên civaka sivîl ên katalan dan. Beriya vê, nîvê endamên hikumeta katalan û serokê hikumeta katalan Carles Puigdemont çûn sirgûnê û ên mayî hatin girtin.

Di Sibata 2019’an de darizandina lîderên katalan li Madrîdê dest pê kir. Serxwebûnxwazên katalan ji aliyê dadgeha îspanyol ve bi serhildanê, bêîteatî û bikaranîna fonên fermî ji bo projeya serxwebûna Katalonyayê tên sûcdarkirin. Dadgeh ji bo lîderên girtî û ên li derve 25 sal cezayê girtîgehê dixwaze. Di vê navberê de, ANC (Meclîsa Neteweyî ya Katalonyayê) dest bi kampanyaya xwe ya “Self-determînasyon maf e, ne sûc e” kir. Armanca vê kampanyayê wergirtina desteka dewletên biyanî û rêxistinên navneteweyî ya ji bo doza girtiyên katalan e.

Înfowelat



Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Lîtwanya di 1991an de bû welatekî serbixwe

Konseya Bilind Komara Sovyetê ya Lîtwanyayê di 11ê adara 1990an de serxwebûna welêt ragihand. Yekitiya …