Qesra Şîrîn Kurdistan kir du parçe

Di 17’ê Gulana sala 1639’an de du împaratoriyên Rojhilata Navîn yanî Osmanî û Sefewî bi peymana Qesra Şîrîn xaka Kurdistanê di navbera xwe de parçekirin. Ev peymana yekem parçekirina xaka Kurdistanê bû.
380 sal bi ser peymana Qesra Şîrîn re derbas bûye.



Piştî şerekî 150’î salan di navbera Împaratoriya Sefewî (Îran) û Împaratorita Osmanî (Tirkiye) de di 17’ê Gulana sala 1639’an de li Qesra Şîrîn ku niha li Rojhilatê Kurdistanê ye van herdu împaratorî peymanek îmze kirin. Li gorî vê peymanê, beşek ji Kurdistan û hemû Îraqê ji Îranê hat cûda kirin hate dayîn ji bo Osmaniyan. Li beramber de jî Sefewiyan Êrîvan xwestin.

Di sala 1635’an de Sultan Muradê Çarem ku wê demê xelîfeyê Osmaniyan bû, di ser Erziromê re êrîş kir ser împaratoriya Sefewî û Êrîvanê dagirkir. Di sala 1638’an de jî êrîş kir ser Bexda ku gelek car ji beriya wê hewildabûn Bexdayê dagir bikin. Lê hewildanên wan bi serneketin. Piştî şerekî 40 rojan Bexda ket û Osmaniyan Bexda dagir kir. Osmaniyan biryara komkujiyê ji bo hemû leşkerên Sefewî û beşek zêde ya xelkê Bexda derxistin ku di Bexdayê de mabûn.

Piştî dagirkirina Bexda, Paşayê Sefewiyan Şah Sefî daxaza agirbestê ji Osmaniyan kir. Osmaniyan jî vê daxwaza wî qebûl kirin. Di roja 17’ê Gulana sala 1639’an de herdu împaratoriyan li bajarê Qesra Şîrîn ku niha bajareke ser bi parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê ye, ligel hev rûniştin û peymanek îmze kirin. Navê peymanê jî Peymana Qesra Şîrîn bû ku hinek jî jêre dibêjin Peymana Zehaw.

Li gorî vê peymanê Êrîvan hate vegerandin ser xaka Sefewiyan, li beramber de jî beşek mezin ji Kurdistanê ku Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistan û Iraq ku wê demê bi Iraqa Ereban dihat nasîn giha Osmaniyan.

Ev peyman 137 salan domkir. Di sala 1776’an de Sadiq Xanê Zend birayê Kerîm Xanê Zend êrîş kir ser Besra û vegerand ser Îranê. Lê piştî sê salan li gorî peymana ku sînorê Osmaniyan hatibû diyarkirin, hêzên Sadiq Xan cardin hêzên xwe ji Besrayê bi paşde kişand. Besra cardin vegera ser xaka împaratoriya Osmaniyan. Ev peyman heya şerê cîhanê yê yekem domkir. Piştî şerê cîhanê yê yekem hinek dewletên Ereban ji Osmaniyan hatin veqetandin, li gorî heman peymanan sinorê Iraq û Îranê jî hate diyarkirin.

Li ser vê peymanê Mamostayê Beşa Dîrok li Zanîngeha Silêmanî Dr.Keywan Azad ji Rojnews’ê re axivî. Dr. Keywan Azad got; “Diwan salan de dinavbera du hêzên mezin ên herêmê de ku yek jiwan Osmanî bûn û ji netewa Tirk, baweriya wan Îslam bû û ji mezheba Sine bûn. Hêza din Sefewî bûn, ji netewa Fars, baweriya wan jî Îslam bû lê ji mezhebê Şie bûn de şerek dumdirêj hebû. Ev herdu împaratorî li ser xaka Kurdistanê li Qesra Şîrîn ya Rojhilatê Kurdistanê li gel hevdu dirûnin û Kurdistanê parçe dikin. Ev yekem lihevkirina dîrokiye ku du dewlet li ser xaka Kurdistanê li hevdikin û dibin navê diyarkirina sînoran de Kurdistanê bi ser du parçeyan de dabeş dikin. Beşê Rojhilat tê dayîna Sefewiyan beşê Rojavajî tê dayîna Osmaniyan.”

Dr. Keywan li ser roja me ya îro û vê dîrokê jî wiha axivî; “Bêy ku haya Kurdan jê hebe xaka wan dabeş kirin bi ser du dewletan de, ev herdu dewlet heya roja me ya îro jî Kurdistanê dagirkirine. Di encama bê agahiya ji dîrokê û giringî pênedanê hertim Kurd bune qurbanên hêzên mezin. Heya roja me ya îro jî Kurd baca vê yekê didin.”

Têkildarî parçekirina cara duwem a Kurdistanê jî Dr. Keywan Azad ev tişt gotin; “Piştî şerê cîhanê yê yekem Osmanî bi bin ketin, Fransa û Brîtanya tên li Rojhilata Navîn bicîh dibin. Van herdu hêza bi Peymana Sykes Pîkot (Says Pîkot) Başûr û Rojavayê Kurdistanê dan bi Fransa, Iraq û Filistîn jî giha Brîtanya yê. Lê dewleta Îranê wek xwe ma. Bi vî awayî Kurdistana ku du parçe bû, hate dabeşkirin bi ser çar parçan de.”

Dr. Keywan di dirêjiya axaftina xwe diyar kir ku Kurd hertim ji dervey bûyeran mane û wiha domand; “Kurd nekarîne di nava bûyeran de cihê xwe bigrin. Ji bo mînak rolê ku Ereb, Tirk û Farisan leyîstin Kurdan nekarîne bileyîzin. Pirsgirêka Kurdan hertim ewe ku ji dervey bûyeran dimînin, yan jî xwe dibin bandora dewletek din de dihêlin.”

Herî dawî jî Dr. Keywan Azad rexne li rêveberiya Kurd kir û wiha axaftina xwe bi dawî anî; “Ya ku hêlaye Kurd bigihin vê merhelê parçebûna Kurdan bi xwe ye. Eşîrtî, parçebûn yeke ji sedemên din, herwiha Kurd li her parçeyekî Kurdistanê xwe bi wê dewletê ve girêdidin û li dijî hevdû ne. Di encamê de jî hertim Kurd bi xwe bedela vê yekê didin.”

Jêder: Rojnews

infowelat.com

Li vê jî binêre

Em hemû nîvco ne

Hevpeyvîn: Ronî Riha Sibeyekî dema diçûm dibistanê, li ber çavên min hema du sê mêtro …