Wisa xuya dike ligel hemû retorîka xwe ya dostanî û aştiyê jî, di krîza li Rojhilatê Ewrûpayê de dewleta tirk neçar dimîne xwe nêzîkî aliyekî bike.
Peymanên dawî yên roja pêncşemê hatin îmzekirin nîşan didin, aliyê ku Enqere wê ligel wî cî bigire Kîew e.
Erdoganê ku heta niha tim krîzan veguherand firsendê, vê carê jî li sehneya Ûkraynayê heman minawreyê pêk anî.
Serokê tirk kûrbûna aloziya li Rojhilatê Ewrûpayê ji xwe re firsend qebûl kir û bi bayê bezê bi rêvebiriya Kîewê re li dora maseyekê rûnişt.
Lîderê Ûkraynayî Zelenskî ku ew jî krîza bi Rûsyayê ji bo berjewendiyên xwe bi hostatî bi kar tîne, bi kêfxweşî Erdogan pêşwazî kir.
Paşê her du aliyan bi daxuyaniyeke çapemeniyê derbarê ajandaya hevdîtina xwe de agahî dan.
Serokê Ûkraynî ji ber însîyatîfa wî ya ji bo navbeynkariyê, spasiya Erdogan kir û got; ew dixwazin meseleyên xwe yên bi Rûsyayê re bi riyên aştiyane çareser bikin.
Erdoganê ku aştî û aramî tu car bo wî ne xem e, di axaftina xwe de vê carê peyamên aştiyê dan.
Serokê tirk got, ji bo bidawîkirina krîza bi Ûkraynayê re, çi ji dest bê ew ê texsîr nekin.
Peymana leşkerî
Piştî axaftinan, di navbera Kîew û Enqereyê de peymana herêma bazirganiyê ya serbest û peymaneke leşkerî hat îmzekirin.
Di çarçoveya peymana leşkerî de her du alî li hev kirin ku li Ûkraynayê dest bi hilberîna dronên bayraktar bikin.
Bi vî awayî Ûkrayna bû welatê yekemîn ku li derveyê Tirkiyeyê dest bi hilberîna dronên Bayraktar bike.
Ji bilî têkiliyên aboriyê, hevkariya leşkerî ya Tirkiyeyê ya bi Ûkraynayê re ji destpêkê de şensê Erdogan a ji bo navbeynkariya Moskow û Kîewê kêm dike.
Wisa xuya dike ligel hemû retorîka xwe ya dostanî û aştiyê jî, di krîza li Rojhilatê Ewrûpayê de dewleta tirk neçar dimîne xwe nêzîkî aliyekî bike.
Peymanên dawî yên roja pêncşemê hatin îmzekirin nîşan didin, aliyê ku Enqere wê ligel wî cî bigire Kîew e.