Li Ûkraynayê rîska şer bilind bû

Rêxistina Ewlekarî û Hevkariyê ya li Ewrûpayê, ji bo kêmkirina aloziya di navbera endamên NATO û Yekitiya Sovyetê de, sala 1975’an li paytexta Fînland Helsînkiyê hatibû damezrandin.

Rêxistin di mijara ewlekariyê de însîyatîfa herî mezin a Ewrûpayê ye ku tê de 57 welat tên cem hev.

Civîna 57 endamên Rêxistina Ewlekarî û Hevkariyê ya li Ewrûpayê, li navenda wê ya herdemî Viyanayê dest pê kir.

Bi destpêka civînê re, aloziya dawî ya li Ûkraynayê ket rojevê û endaman dîtinên xwe yên derbarê vê meseleyê de dûbare kirin.

Lê axaftina herî balkêş a di destpêka civînê de ji aliyê wezîrê karên derve yê Polonyayê Zbîgnîew Rau ve hat kirin.

Raû vê carê navê Rûsyayê negot lê bi van gotinan qala karesateke nû ya li dora parzemîna Ewrûpayê kir:

“Wisa xuya dike, di 30 salên dawî de cara pêşî niha rîska şer a li ser erdên Rêxistina Ewlekarî û Hevkariyê ya li Ewrûpayê gelek zêde bûye.”

Wezîrê Polonî da xuyakirin, niha karê herî girîng a li pêşiya rêxistinê astengkirina vî şerî ye.

Di civîna Cenevê ya di 10ê çileyê de Rûsya ji aliyê cîgirê Wezîrê Karên Derve Sergey Ryabkov û Amerîka jî ji aliyê cîgira Wezîra Karên Derve Wendy Sherman ve hat temsîlkirin.

Rûsya tawiz neda

Delegasyona Rûs jî ku ji bo civînan hatibû Viyanayê, li ser heman mijarê daxuyaniyekê da û ji ber mezinbûna krîzê, NATO’yê tometbar kir.

Nûnerê Rûsyayê ya bo Rêxistina Ewlekarî û Hevkariyê ya li Ewrûpayê Alexander Lukaşevîç got; li Ewrûpayê berfirehbûna NATO’yê derbeyê li sîstema wan a parastinê dixe û lewma jî ew neçarin li dijî vê tedbîran bigirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, beriya civîna REHE’yê civîna li Brukselê Konseya NATO-Rûsyayê, civîyabû û beriya wê jî bajarê Cenev ya li Swîsreyê di navbera Amerîka û Rûsyayê de civînek din pêk hatibû.

Harîteya krîzê ya li rojhilatê Ûkraynayê. Piraniya wîlayetên Donetsk and Lugansk niha di destên çekdarên rûs de ne.

Di her du civînan de aliyan li ser rêûrêbazên bidawîkirina aloziya li rojhilatê Ûkraynayê nîqaş kiribûn lê ji van hevdîtinan tu encam nehatibû wergirtin.

Dîrokçeya REHE‘yê

Rêxistina Ewlekarî û Hevkariyê ya li Ewrûpayê, ji bo kêmkirina aloziya di navbera endamên NATO û Yekitiya Sovyetê de, sala 1975’an li paytexta Fînland Helsînkiyê hatibû damezrandin.

Rêxistin di mijara ewlekariyê de însîyatîfa herî mezin a Ewrûpayê ye ku tê de 57 welat tên cem hev.

Welatên Ewrûpî, Amerîka, cîranên Ewrûpayê û welatên Asyaya Navîn jî di vê rêxistinê de tên temsîlkirin.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Konferansa Parlamentoya Ewrûpayê ya li ser girtîyên siyasî

Endamê Parlamentoya Ewrûpayê Massîmîlîano Smerîglîo, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Mafên Mirovan a …