📌 PROFÎL: NASNAMEYA WELÊT
- Nifûs: 5.550.000 (2024)
- Zimanên Fermî: Îngilîzî (96,8%), skotî (1,9%), galîkî (1,3%)
- Rûber: 78.782 km²
- Paytext: Edînbûrg
- Statû: Herêma Xweser (1999)
Skotlanda ku di sala 1999an de piştî nêzîkî 300 salan ji nû ve bû xwedî parlamentoya xwe ya herêmî, îro bi modela xwe ya “devolution”ê û nîqaşên li ser serxwebûnê mînakeke gelekî giring û dînamîk a xwerêveberiyê ye. Herêm bi rêya transferkirina erkan di warê baca dahatê, karûbarên hundur, perwerde, tenduristî û jîngehê de xweseriya xwe ya herêmî gihandî ye asteke bilind. Lê ji ber derketina Brîtanyayê ji Yekîtiya Ewrûpayê (Brexit) û redkirina referandûma duyemîn a serxwebûnê ji aliyê Dadgeha Bilind a Qraliyeta Yekbûyî ve, alozîya di navbera siyasî û hiqûqî ya di navbera London û Edînbûrgê de ketiye qonaxeke nû. Nîqaşên li ser referandûmên de facto, pêşniyaza modela federalîzmê û hevkariya navneteweyî yên bi herêmên din ên xwedî daxwazên otonomî û serxwebûnê re destnîşan dikin ku doza serxwebûna Skotlandê rojeveke zindî û mayînde ya sedsala 21ê ye.
Di qada siyasî û dîplomatîk a navneteweyî de, tecrûbeya Skotlandê dîrokeke taybet a parastina saziyan û daxwaza serweriyê ye di nav sîstema navendî ya Brîtanyêy de. Skotland ku di dîrokê de dewletek serbixwe bû, îro bi rêya mekanîzmayên demokratîk, referandûm û biryarên parlamentoyê hewl dide siberoja xwe ya siyasî û aborî diyar bike. Serkeftina vê mînakê û gengeşiyên li dora wê nîşan didin ku otonomî pêvajoyeke zindî û guherbar e. Herwiha, meyla welatekî otonom a ber bi serxwebûna tam ve dikare ji ber guherînên siyasî û herêmî yên wekî Brexitê her dem ji nû ve gur bibe.
RÊYA BER BI STATÛYÊ VE: JI YEKITÎYÊ HETA DEVOLUTIONÊ
Dîroka siyasî ya Skotlandê, tecrûbeyeke taybet a parastina nasname û saziyên neteweyî ye. Mîrektîya Skotlandê di Serdema Navîn de xwedî hebûneke serbixwe bû û heta destpêka sedsala 18emîn serwerîya xwe domand. Dema Îngilistan pêl bi pêl ber bi bakur ve berfireh bû, piştî şerên dirêj Skotlandê têk bir û bi Peymana Yekitîyê ya 1707an re Qralîyeta Brîtanyaya Mezin hate damezrandin. Digel ku di sala 1801an de Parlamentoya Skotlandê bi temamî hate girtin û hemû erkên polîtîk ketin destê hukumeta Westmînsterê ya li Londonê, Skotlandê pergala xwe ya hiqûqî, perwerde û dêra xwe ya presbîteryen parast û nasnameya xwe ya skotî winda nekir.
Daxwazên ji bo Home Rule (xwerêvebirinê) di sedsala 19em de geş bûn. Cara yekem di sala 1885an de Ofîsa Skotlandê û paşê di sala 1926an de Wezareta Dewletê ya ji bo Skotlandê hatin avakirin. Vedîtina petrolê li Deryaya Bakur di salên 1970yî de tevgera neteweperest a li welêt xurt kir. Partîya Netewperwer a Skotlandê (SNP) bi kampanyaya “Ev petrola Skotlandê ye”, di hilbijartina 1974an de 11 wekîl qezenc kirin. Her çend enîya serwerîparêz di referandûma otonomîyê ya sala 1979an bi ser ket jî, ji ber beşdarîya kêm a hilbijêran encamên referandûmê nehatin qebûlkirin. Di referandûma duyemîn a 1997an de 74% ê gel ji bo avakirina parlamentoya welêt got “Erê”. Qanûna Skotlandê ya 1998an bingeha xweserîyê ava kir û di sala 1999an de Parlamentoya Skotlandê piştî 300 salan carek din li Edînbûrgê hate vekirin.
Erkên Parlamentoya Skotlandê ev in:
- Perwerde, hîndekarî û xizmetên civakî û tenduristî.
- Edalet, rêvebiriyên lokal û polêsên trafîkê.
- Çandinî, karê daristanan, masîgirî, jîngeh û tûrîzm.
- Kontrola qanûnî ya li ser petrol û gaza ji peravên welêt tê derxistin (beşek).
Erkên di destên hikumeta navendî de:
- Destûra bingehîn, polîtîkaya derve û berevanî (parastin).
- Ewlehiya civakî, qanûnên koçberiyê û îstîhdamê.
- Bazirganî, endustrî û çavkaniyên sereke yên energiyê yên stratejîk.
Modela devolutionê asîmetriyeke giring di navbera herêmên Qraliyeta Yekbûyî de çêkir. Modela devolutionê asîmetriyeke giring di navbera herêmên Qraliyeta Yekbûyî de çêkir. Ji ber ku maf û desthilatên dabeşkirî bo her herêmê ne di heman astê de ne û Îngilistan ji vê sîstemê bêpar hate hiştin. Wekî nimûne, Parlamentoya Skotlandê xwedî desthilateke fireh e û ji 129 wekîlan pêk tê ku ji 73 herêman tên hilbijartin; di heman demê de xelkê Skotlandê bi 57 wekîlan di Parlamentoya Brîtanyayê de jî tê temsîlkirin. Vê yekê di warê qanûnçêkirin û temsîliyetê de asîmetrîyeke siyasî di navbera herêman de afirand.”
AZADÎYA FÎNANSÎ: ERK Û PERFORMANSA ABORÎYÊ
Di destpêka damezrandina xweseriyê de, desthilata aborîyê ya Skotlandê sînordar bû. Hukumeta herêmî tenê dikaribû 12%ê baca li ser erdên xwe berhev bikira û di warê fînansê de bi giranî girêdayî Westmînsterê bû. Lê serkeftinên SNPê di hilbijartinên 2007 û 2011an de zextên li ser hukumeta navendî zêde kirin. Li ser pêşniyaza Komîsyona Smith ku piştî referandûma 2014an hatibû damezrandin, Qanûna Skotlandê ya 2016an hate pejirandin. Bi vê qanûnê re, kontrola tam a li ser baca dahatê (income tax) û erka tespîtkirina baca balafirgehan ket destê hukumeta herêmî; birêvebirina milkên behrê û projeyên enerjiya nûjenbar derbasî Skotlandê bûn û saziyên herêmî bûn xwedî statûyeke mayînde.
Ev geşedan li Skotlandê rê li ber avakirina aborîyeke bihêz vekirin. Îro Hilberîna Navmalî ya Ne-Safî (HNN-GDP) nêzîkî 205 milyar sterlînî (240 milyar euro) û HNNya serê kesekî gihiştîye derdora 37.500 sterlînî (44.000 euro). Budçeya herêmî 60 milyar sterlîn e û rêjeya bêkariyê 4.1% e. Bi vê encamê, Skotland di nava herêmên herî dewlemend ên Ewrûpayê de cîh digire. Bingeha vê hêza darayî li ser çavkaniyên petrol û gaza Deryaya Bakur, projeyên enerjîya nûjenbar, sektora finansê, tûrîzm û hinardekirina berhemên taybet (wekî wîskî) ava dibe. Ev performansa aborîyê bawerîya bi kapasîteya azadîya darayî ya welat a ji bo serxwebûnê hîn xurtir dike.
PARASTINA ZIMAN: REWŞA GALÎKÎ
Tevî ku nasnameya siyasî û saziyên Skotlandê gelekî xurt in, rewşa zimanê qedîm ê welêt—galîkî (Gaelic)—ketiye bin xetereyê. Zimanê galîkî ku di sedsala 10em de li piranîya welêt dihar axaftin û di Serdema Navîn de zimanê Mîrektîya Albayê (Skotland) bû, piştî Peymana Yekitiyê ya 1707an û bi bandora Şoreşa Pîşesazîyê gihîşt asta tunebûnê-
Îngilîzî hêdî hêdî di nav saziyên fermî, elîtan û bajarên mezin de bû zimanê serdest. Di sedsala 20em de galîkî tenê di nav civakên zozan û giravan de zindî ma. Li gorî daneyên fermî yên 2011an, li Skotlandê tenê 57 hezar kes (1.1%) bi zimanê galîkî diaxivin, lê li welêt rêjeya îngilîzîaxêvan % 96.8 e. Tevî ku galîkî parçeyek sembolîk ê nasnameya çandî ya Skotlandê ye, zimanê siyasî û rojane bi sedan salane îngilîzî ye.
REFERANDÛMÊ Û ASTENGÎYA HIQÛQÎ
Pêvajoya siyasî û tecrûbeya referandûmê ya Skotlandê, berî her tiştî li ser rêzebûyerên girIng û dînamîkên siyasî yên çend salên dawî ava bûye. Di sala 2014an de bi Peymana Edînbûrgê biryareke fermî hate girtin û di 18ê Îlonê de referandûmek Dîrokî hat lidarxistin. Di dengdanê de 55.3%ê hilbijêran ji serxwebûnê re gotin “Na” û 44.7%an jî gotin “Erê”. Tevî ku alîgirên serxwebûnê encameke serkeftî bi dest nexistin jî, ev gav bû sedem ku eniya serwerîyê ji her demê xurtir bibe û mesele herdem di rojevê de bimîne.
Lê belê, guherîna herî mezin a piştî vê bûyerê, di sala 2016an de bi referandûma Brexitê re çêbû. Piraniya xelkê Skotlandê ji bo mayîna di nava Yekîtiya Ewrûpayê (YE) de dengên xwe bi kar anîn. Lê ji ber ku dengên giştî yên Îngilistanê encamê dîyar kirin, tevahiya Brîtanyayê ji YEê derket. Ev rewş bû sedema guherîneke kûr di nêrîna siyasî de û Partiya Netewperwer a Skotlandê (SNP) xwest ku referandûmeke duyemîn bê lidarxistin.
Hewldan enîya serxwebûnxwazên Skotlandê çend sal paşê rastî midaxaleya hiqûqî hat. Hukumeta Skotlandê dixwest di sala 2023an de dengdana ji bo serxwebûnê li dar bixe. Lêbelê di sala 2022an de Dadgeha Bilind a Brîtanyayê bi biryara xwe ragihand ku Parlamentoya Skotlandê nikare bêyî erêkirina Westmînsterê referandûmê li dar bixe. Ev biryar bû astengiyeke qanûnî ya mezin li ser rêya projeya referandûmê.
Tevî van astengiyên hiqûqî jî, siyaseta Skotlandê hewldanên xwe yên ji bo referandûmê domand. SNPê di konferansa xwe ya Aberdeenê de stratejiyên nû diyar kirin û ragihand ku ew ê di hilbijartinên pêş wekî referandûmeke de facto bi kar bînin. Dîsa di sala 2023an de di bin serokatiya Hemze Yûsif de li Skotlandê gaveke balkêş hate avêtin. Wezareta Serxwebûnê hate damezrandin û Jamie Hepburn jî wekî wezîr hat destnîşankirin.
REWŞA AKTUEL Û NÎQAŞÊN NÛ
Di hilbijartinên giştî yên Brîtanyayê yên salên dawî de Partiya Karkeran piştî serkeftina li seranserê welêt, di Parlamentoya Skotlandê de jî hebûna xwe xurt kir. Ev jî zirarê da doza serxwebûnê ku ji alîyê SNPê ve pêşengîya wê tê kirin. Li aliyekî din, serokwezîrê nû yê Brîtanyayê Andy Burnham destnîşan kir ku ew li dijî banga referandûmeke nû ye. Burnham di heman demê de ji bo dîyalogê bi serokwezîrê Skotlandê John Swinney re civîya.
Burnham di dewsa serxwebûnê de modela federalîzmê pêşniyaz dike da ku erk li ser hemû herêman bê dabeşkirin û hewcedarî bi hilweşandina Qraliyeta Yekbûyî nemîne. Li aliyê din, anketên dawî yên saziya Find Out Now (Tebaxa 2026an) nîşan didin ku piştî derxistina dengên nediyar, 52%yê skotlandiyan daxwaza welatekî serbixwe dikin.
Di asteke din de, Rêberê SNPê John Swinney, ligel serokên Plaid Cymru (Welatê Gal) û Sinn Fein (bakurê Irlandayê) bi hevdîtineke dîrokî de daxuyaniyeke hevpar îmze kirin da ku eniyeke antî-navendî li dijî hegemonyaya Westmînsterê ava bikin.
ENCAMÊN JI BO TECRÛBEYÊN OTONOMÎYÊ
Ezmûna Skotlandê nîşan dide ku otonomî pêvajoyeke zindî ye ku meyla wê ya ber bi serxwebûnê ve li gorî şertûmercên welêt dikare bi awayekî domdar rojevê dîyar bike. Ji tecrûbeya Skotlandê ev encamên giring dikarin bê derxistin:
- Sazîbûn û bingeha hiqûqî:Otonomîya Skotlandê bi sîstema qanûnî, perwerde û saziyên xurt ên mayînde hatîye parastin. Saziyên xurt, di demên tunebûna piranîya tevgera serwerîparêz di parlamentoyê de jî, garantîya ji bo parastina nasnameyê
- Giringîya azadîya darayî:Xweseriya bê kontrola bacê û çavkanîyan her dem nîvco dimîne. Tecrûbeya Skotlandê nîşan dide ku berfirehbûna erkên siyasî rasterast bi xurtbûna otonomîya aborî ve girêdayî ye.
- Têkoşîna meşrû û demokratîk:SNP û tevgera skotî heta niha bi rêya xebata parlamentoyê, peymanên fermî û referandûman doza serxwebûnê meşandin. Vê yekê daxwaza serwerîyê di qada navneteweyî de rewa dike.
- Xetereya li ser ziman:Têkoşîna siyasî divê bi parastina ziman re paralel bê meşandin. nêzîkatiya pragmatîk dibe ku sazîyan xurt bike lê heke siyaseta ziman neyê meşandin, zimanê resen dikare di bin zexta zimanê serdest de tune bibe.
- Dînamîkên derve û guherîna mercan:Geşedanên wekî Brexitê nîşan da ku biryarên dewleta navendî yên dûrî realîteya herêmên xweser in, dikarin daxwazên veqetînê leztir bikin û balansên kevn hilweşînin.
Amadekar: Tîma Lêkolînê ya Infowelat
📚 ÇAVKANÎ
I. Saziyên Fermî û Belgeyên Hiqûqî
- The UK Parliament (1998):
Scotland Act 1998 – Legislation.gov.uk - The UK Supreme Court (2022):
Judgment on Scottish Independence Referendum Bill - National Records of Scotland (NRS):
Scotland’s Census Data on Language and Population - The Smith Commission (2014):
Report on Further Devolution of Powers to the Scottish Parliament
II. Arşîva Lêkolînê ya Infowelatê (2014–2026)
- Infowelat (2014):
Xweserîya Skotlandê bi berhevkirina bacê tê xurtkirin - Infowelat (2019):
Skotland - Infowelat (2019):
SNP li Skotlandê bû partîya yekemîn - Infowelat (2019):
Galîkîya Skotlandê: Zimanekî jîndar çawa ket ber sekratê? - Infowelat (2022):
Brîtanyayê pêşîya serxwebûna Skotlandê girt - Infowelat (2023):
Skotland wezareta serxwebûnê damezrand - Infowelat (2025):
Skotland 10 sal in doza serxwebûnê dike - Infowelat (2026):
Skotland zimanê galîkî û skotî bi fermî nas kir
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat