Brîtanyayê pêşiya serxwebûna Skotlandê girt

Dadgeha Bilind a Brîtanyayê daxwaza referandûma duyemîn a hukumeta Skotlandê red kir.

Serokê dadgehê Robert Reed got, biryara derbarê referandûmê de di çarçoveya qanûna otonomiya Skotlandê de di destê Parlemena Brîtanyayê de ye.

Serokwezîra Skotlandê û seroka SNP’ê Nicola Sturgeon got, ji ber ku rêka referandûmê hate girtin, ew ê SNP hilbijartina giştî ya 2025’an veguherîne referandûma serxwebûna Skotlandê.

Doza serxwebûna Skotlandê rastî derbekeyeke hiqûqî ya li Londonê hat.

Dadgeha Bilind a Brîtanyayê daxwaza referandûma duyemîn a hukumeta Skotlandê red kir.

Dadgehê diyar kir, bêyî daxwaza hukumeta brîtanî, Skotland nikare bi tena serê xwe referandûm li dar bixe.

Serokê dadgehê Robert Reed got, biryara derbarê referandûmê de di çarçoveya qanûna otonomiya Skotlandê de di destê Parlemena Brîtanyayê de ye.

Dadgehê di biryara xwe de li ser mafê navneteweyî ya diyarkirina qederê jî sekinî got, ev maf encax ji aliyê miletên di bin zilmê û dagirkeriyê de ne dikare bê bikaranîn.

Bi vî awayî, dadgeha brîtanî meseleya Skotlandê ji Kosovayê veqetand û rê li mafê diyarkirina qederê girt.

Sturgeon çi got?

Serokwezîra Skotlandê û seroka Partiya Netewperest a Skotlandê (SNP) Nicola Sturgeon, ewil bi parvekirineke xwe ya di medyaya sosyal de reaksiyon nîşanî biryara dadgehê da.

Sturgeon got, “eger em nikaribin bêyî daxwaza Westminsterê (hukumeta Brîtanyayê) derbarê siberoja xwe de biryarê bidin, yekitiya siyasî ya Brîtanyayê li ser bingeha dilxwaziyê bilind nabe.

Paşê lîdera Skotlandê  daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xist û li wir helwesta partiya xwe ya li ser meseleyê zelal kir.

Sturgeon got, ji ber ku rêka referandûmê hate girtin, ew ê SNP hilbijartina giştî ya 2025’an veguherîne referandûma serxwebûna Skotlandê.

Hêjayî bibîrxistinê ye, di hilbijartinên dawî de SNP serkeftinek bi dest xistibû û bûbû xwediyê piraniya kursiyên di Parlemena Skotlandê de.

Meseleya serxwebûna Skotlandê

Cara pêşiyê di 2014’an de li Skotlandê referandûma serxwebûnê hatibû lidarxistin.

Di encama vê referandûmê de 55 ji sedî welatiyan ji serxwebûnê qebûl nekiribûn.

Partiya Netewperest a Skotlandê SNP par nexşerêya ji bo referandûma serxwebûnê eşkere kiribû.

Skotland bi 5 milyon nifûsa xwe û bi erdên xwe yên berfireh welatê herî mezin ê li Brîtanyayê ye.

Lîdera Skotlandê Nicola Sturgeon di konferansa partiyê de diyar kiribû, ew dixwazin di 2023’an de referandûma duyemîn a serxwebûnê li dar bixin.

Di nexşeriyê de hatibû diyarkirin, eger hukumeta brîtanî destûrê nede, wê Skotland bi rengekî yekalî dengdana ji bo serxwebûnê li dar bixe.

Cara pêşiyê di 2014’an de li Skotlandê referandûma serxwebûnê hatibû lidarxistin.

Di encama vê referandûmê de 55 ji % welatiyan serxwebûnê qebûl nekiribûn.

Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Ji bo zimanê baskî dimeşin

jBernameya beza Korrikayê ya ji bo parastina zimanê baskî dest pê kir. Meşa 10 roj …