Konfederalîzma Swîsreyê: Kantona Grisonsê

PROFÎL 

Nifûs: 206.730

Rûzemîn: 7105.30 km²

Paytext: Chur

Zimanê fermî: Almanî

Tevlîbûna Swîsreyê: 1803

Grisons (bi almanî Graubünden, bi romanşî Grischun) kantoneke çiyayî ya li rojhilatê Swîsreyê ye û yekane herêma sêzimanî (almanî, îtalyanî û romanşî) ya welêt pêk tîne. Navê kantonê di bingeha xwe de ji “Hevbendiya Gewr” (Grauer Bund) a sedsala 15’an tê, ku wekî tifaqeke gel a li dijî mîrên feodal hatibû avakirin û navê xwe daye vê herêmê. Kanton îro li seranserî cîhanê wekî warê sereke yê parastina çand û zimanê kevnar ê romanşî tê naskirin.

Wekî kantona herî mezin a Swîsreyê ji aliyê rûberê ve, Grisons li hundirê welêt bi kantonên Ticino, Uri, Glarus û St. Gallen re cîran e. Di asta navdewletî de jî bi Liechtenstein, Awistirya û Îtalyayê re dorpêçkirî ye. Ji ber vê cîhê giring, sînorên kantonê yên derve pir dirêj in û du ji sêyan (2/3) sînorên vê kantonê bixwe rasterast sînorên neteweyî yên Swîsreyê pêk tînin.

Cîyê Kantona Grisonsê li Swîsreyê

Erdnîgariya kantonê bi şêwazekî herî asê û bilind hatiye hûnandin; nêzîkî %90ê axa wê zêdetirî 1200 mêtro ji asta deryayê bilindtir e. Di nava vê xwezaya muhteşem de, zêdetirî 600 golên çiyayî yên zelal û çavkaniyên çemên mezin hene. Lûtkeya herî bilind a kantonê Çiyayê Piz Bernina (4049 m) ye ku li herêma Alpan heybetiyeke mezin dide nîşandan.

Ji ber ku çiya û zinaran piraniya herêmê girtiye, wargehên mirovan piranî li berûberê du geliyên dirêj û sereke yên kantonê rêz bûne: Yek ji van Geliyê Renê (Rheintal) ê li bakur e, ku paytext Chur jî lê ye; ya din jî Geliyê navdar ê Engadinê ye ku li başûrê kantonê dirêj dibe.

Kurtedîrok 

Kantona Grisonsê cara ewil bi navê Raetia Prima ku navekî latînî bû hatiye binavkirin û ji ber girîngiya wê ya li ser rêyên bazirganiyê Împaratoriya Romayê kontrola xwe li ser herêmê saz kir. Di sedsala 5em de metranên li Churê ku ji bin kontrola romayiyan rizgar bûn, bûn xwedî hêzeke giring.

Tevî vê yekê jî, heta destpêka sedsala 16em herêma Grisons ji aliyê polîtîk ve ne herêmeke yekgirtî bû. Mîrên feodal û metranên Churê ji bo kontrola dergehên çiyayan yên stratejîk di nava pêşbirkê de bûn.

Dîroka Kantona Grisonê ya di navbera sedsalên 14 û 18an de bi avabûna “Komara Azad a Sê Yekitiyan” dest pê dike. Destûra Bingehîn a 1524an li herêmê bingeha dewletbûnê ava kir. Pergala vê rêveberiya herêmî wekî komareke federal bû û ji aliyê nişteciyên geliyan li dijî zexta feodal hatibû ava kirin. Nişteciyên çiyayî karîbûn zimanê xwe yê kevnar romanşî wekî zimanê fermî yê dadgeh û jiyana rojane biparêzin. Her wiha, bi destûra bingehîn erkên feodalî hatin kêmkirin û azadiya hilbijartina olî (Katolîkî û Protestanî) hat qebûlkirin.

Di vê serdemê de destkeftiya herî mezin a komarê, dagirkirin û kontrolkirina herêma Valtellinayê ya îtalyanîaxêv bû. Komarê ji bo parastina serxwebûna xwe bi dewletên mezin re peyman çêkirin. Di sala 1499an de piştî serkeftina Calvenê, bi Konfederasyona Swîsreyê re û paşê jî bi Fransa, Împaratoriya Roma-Cermen ya Pîroz û Venedikê re peymanên leşkerî û aborî imze kirin.

Lê belê di sedsala 17an de aloziyên siyasî û olî yên Ewrûpayê û rikberiya di navbera Îspanya û Fransayê de aramiya Grisonsê xera kir û Grisons kişand nava Şerê Sî Salan. Tevî ku di sala 1648an de bi Aştiya Westphaliyayê serxwebûna herêmê hat naskirin jî, komarê di sedsala 18an de hêza xwe ya berê winda kir.

Di dema Şerên Napolyon de herêma Valtellina ji dest çû û Grisons di sala 1798an de wekî “Kantona Rhaetia” ket bin banê Komara Helvetîk a di bin kontrola Fransayê de. Qonaxeke nû ya xwerêvebirinê di sala 1803an de dest pê kir û Grisons bi Qanûna Navbeynkariyê bi fermî wekî kanton tevlî Konfederasyona Swîsreyê bû. Di sedsala 19an de, kantona ku sê zimanên fermî (almanî, îtalyanî û romanşî) pejirand, destûra xwe ya yekem a demokratîk amade kir.

Demografî û ziman 

Piraniya nifûsa kantonê, ku îro li derdora 200.000 kesî ye, li du geliyên mezin, ango Ren û Engadinê, û li derdora bajarê navendî Churê kom bûye. Ev belavbûna cografî ya asîmetrîk ne tenê li ser dabeşbûna nifûsê, lê di heman demê de li ser strukturên belediyeyan jî bandor kiriye. Ji ber vê yekê, di çarçoveya reformên salên dawî de, hejmara belediyeyan bi hêdî hatiye kêmkirin.

Rêjeya bikaranîna zimanên fermî

Grîsons yekane kantona Swîsreyê ye ku xwedî sê zimanên fermî ye. Zimanê fermî û di heman demê de zimanê serdest ê kantonê almanî ye û nêzîkî 74%ê nişteciyan bi vî zimanî diaxivin. Di jiyana rojane de, almaniya standard bi taybetî di karên fermî û perwerdehiyê de tê bikaranîn, lê di axaftina rojane de gel zêdetir zaravayên herêmî yên koma alemannisch bi kar tîne. Romanşe, ku wek zimanekî xweser ê herêmê tê naskirin, ji aliyê nêzîkî 14%ê nifûsê ve tê axaftin; îtalî jî, bi taybetî li geliyên başûr, ji aliyê nêzîkî 10%ê nişteciyan ve tê bikaranîn. Ev pirzimanîbûna taybet ji kantonên din ên Swîsreyê cuda dike û di avakirina nasnameya çandî ya kantonê de roleke girîng dilîze.

Demografiya dînî û zimanî ya kantonê, bi taybetî di sedsalên 19 û 20î de, bi pêlên koçberiyê re her ku diçe rengîntir bûye. Pêşketina turîzmê û avakirina rêyên hesinî di navbera salên 1950 û 1970an de bû sedema hatina hejmareke mezin a karkerên koçber, bi taybetî ji Îtalyayê. Ev koçberî ne tenê bandoreke aborî li kantonê kir, lê di heman demê de ziman û çanda îtalî jî li Grisonsê xurtir kir. Îro, rêjeya nifûsa biyanî li derdora 20%ê nifûsa giştî ye. Piraniya wan ji welatên Yekîtiya Ewrûpayê, bi taybetî Almanya, Îtalya û Portûgalê, tên; piştî salên 1990î jî hejmareke zêde ji welatên Balkanan hatiye kantonê.

Di warê dînî de, di navbera her du mezhebên sereke de hevsengiyekê heye: nêzîkî 45%ê nişteciyan girêdayî Dêra Katolîk in, dema ku 33% jî bawermendên Dêra Reformbûyî ya Protestan in. Îro misilman û xiristiyanên ortodoks jî beşek ji nifûsa kantonê pêk tînin. Di heman demê de, rêjeya kesên bêol jî bi awayekî berbiçav zêde bûye û gihiştiye nêzîkî 21%ê nifûsê.

Dîmeneke bajarê Churê ku paytexta Kantona Grisonsê ye.

Aborî

Çandiniya çiyayî û xwedîkirina sewalan herdem bingeha aboriya nişteciyên Grisonsê bûye. Di nîvê sedsala 20î de, bi taybetî li herêmên wekî Davos û St. Moritzê geşbûna tûrîzmê, sektoreke nû li aboriya kantonê zêde kir ew veguherand navendeke çandî û bêhnvedanê ya navneteweyî.

Îro aborîya bihêz a Grisonsê xwe dispêre sektora xizmetguzariyê ya nûjen û binesaziya teknolojîk a pêşketî. Herî dawî, Hilberîna Navmalî ya Ne-Safî (GDP) ya kantonê gihîştiye nêzîkî 16,7 milyar frankên Swîsreyê (CHF) ku herêmê dixe rêza 17emîn a fînansî di nav 26 kantonên Swîsreyê de. Li aliyê din, Hilberîna Navmalî ya Ne-Safî ya serê her kesî (GDP per capita) derketiye asteke bilind û gihîştiye 82.817 CHF. Bi vê performansê kanton di asta neteweyî de di rêza dehemîn de cih digire.

Di nava dabeşbûna hêza kar de, sektora xizmetê stûna herî sereke û herî mezin a herêmê ye. Tûrîzm bi serê xwe nêzîkî 14%ê tevahiya GDPya Grisonsê pêk tîne. Li gel vê, pîşesazî û bazirganiya nûjen jî xwedî cihekî qasî 24% ê aborîyê ye. Her çend çandinî û daristanî ji aliyê rêjeya aborî ve bi 8%ê nifûsa çalak sînordar mabe jî, ji bo aborîya xwezayî pir girîng e. Herweha, zêdetêrî li 50%ê hemû zeviyançandiniya organîk (Bio) tê kirin.

Îro aboriya kantonê bi saya hilberîna berhemên luks û taybet, alîkariyên fînansî yên kantonê dewletê û parastina xwezayê geş dibe. Bi vî rengî, kanton dikare hem çanda xwe ya kevnar biparêze û hem jî bibe parçeyek ji aboriya nûjen a cîhanê.”

DOPPELPROPORZ

Sîstema Doppelproporzê misoger dike ku dengên geliyên kêmnifûs û kêmarên zimanî winda nebin û di parlamentoya Kantonê de (Grosser Rat) werin temsîlkirin.

Sîstema polîtîk

Bingeha sîstema polîtîk a Kantona Grisonsê li ser mîraseke azadîxwazî û komarên çiyayî ava bûye. Beriya ku kanton di sala 1803an de tevlî Swîsreyê bibe, ew zêdetirî sê sedsalan wekî dewleteke serbixwe ya ku ji federasyona herêmî ya “Sê Yekitiyan” (Drei Bünde) pêk dihat, dihat birêvebirin. Ev binyada dîrokî hiştiye ku kanton îro bibe yekane herêma sêzimanî ya Swîsreyê. Grisons her sê zimanên xwe – almanî, romanşî û îtalyanî – di asta polîtîk û birêvebiriyê de wekî hev qebûl dike ku ev yek misoger dike ku saziyên dewletê, weşandina qanûnan û sîstema nûnertiyê li gorî vê nasnameya pirçandî werin meşandin.

Taybetiya herî nûjen û resen a sîstema polîtîk Grisonsê di sîstema wê ya hilbijartinê de xwe nîşan dide. Piştî nîqaşên dûr û dirêj, kantonê pergala xwe ya kevnar a pîvana piraniyê guherand û sîstema nûjen a Doppelproporz (Proporsyona Ducarî) anî. Ev sîstema matematîkî ya pêşketî misoger dike ku kursiyên parlamentoyê (Grosser Rat) hem li gorî dengên partiyan ên li seranserê kantonê û hem jî li gorî nifûsa 39 herêmên hilbijartinê yên li geliyên asê û çiyayî bi awayekî pir adil bên dabeşkirin. Bi vî rengî, mafê dengdanê yê geliyên kêmnifûs û kêmarên zimanî di bin banê parlamentoya 120 kursî de tê parastin.

Rêveberiya kantonê ji sîstema kolektîf a 5 wezîran pêk tê. Dengê gel bi rêya referandum û înîsiyatîfên kantonî rasterast bandorê li ser qanûnan dike. Heke welatî ji biryareke parlamentoyê ne razî bin, dikarin bi berhevkirina îmzeyan daxwaza referandumê bikin û biryara dawî ji bo qanûnên nû rasterast ji aliyê dengê gel ve di sindoqan de tê dayîn.

Amedekar: Necat Ayaz-Fatoş Demirtaş 

Çavkanî

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Konfederasyona Swîsreyê: Kantona Ticinoyê

Dîroka Kantona Ticinoyê bi sedsalan di navbera serdestîya Mîlanoyê û Konfederasyona Swîsreyê de pêk hatîye. …